Monthly Archives: Îlon 2018

Îlon, 2018

  • 27 Îlon

    Şevbêra Dengbêja û keda Hozan Şemdîn -Beşa Duyem

    Dîmenê yekê û pir balkêş di piraniya bernameyên Şevbêrka Dengbêja de amadebûna jin û keçên Kurd e. Hatina jinan ji aşpêjxanên malê bo nava stdioyên mezin û gotina stranên dengbêjiyê, karekî hêsan nîne. Cesareteke wiha di nava kevneşopiyên me yên çandî de û dema ku hêşta jî yasayên bavsalarî û mêrsalariyê li ser jiyana Kurdan reng û rûyê xwe negûherîne, ji min re weke çêkirin an jî birêvebirina“ şoreşekehizrî ” ye. Çimkî di her civakekê de bilindkirina cesaret û bihêzkirina wêrekiya jinê xwedî rolekî mezin bûye ku“ cewherê demokrasiyê ” bêtir nêzî rastiya …

  • 25 Îlon

    ZÎREKIYA ÇÊKIRÎ (ARTIFICIAL INTELLIGENCE)

    Artificial Intelligence ango zîrekiya çêkirî çi ye? Her ku diçe bêhtir em vê navê dibihîzin. Bêhtir dikeve jiyana me. Amûrên nû hemû zîrektir in û dibêjin ev bi zîrekiya çêkirî difikire. Makîne çawa difikirin, gelo ev çi ye? Bi kurtasî zîrekiya çêkirî, wekî mirovan fikirîn, fêrbûn, darizandin, plankirin, bersivdana pirsan, çareserkirina pirsgirêkan, pêwendîdanîna bi derdora xwe û biryardana amûrên teknolojiyê ye. Bi vê …

  • 24 Îlon

    Li Fuara Pirtûkan a Diyarbekirê Nûbihar Wê Çalakiyan Lidarbixe

    Wek gelek weşanxaneyên kurdewar Nûbihar jî beşdarî 6. Fuara Pirtûkan a Diyarbekirê dibe. Weşanxaneya ku ji destpêka salên 90î ve di xizmeta zimanê kurdî de dixebitê ji ser hesabê xwe yê tora civakî hin çalekiyên ku wê li fuarê lidarbixê weşanddin.

  • 24 Îlon

    Fuara Pirtûkan Destpê Kir

    Çandname – Ji aliyê “TÜYAP Tüm Fuarcılık Yapım A.Ş.” û bi arikariya “Yekîtiya Weşangerên Li Tirkiyê” li Diyarbekirê şeşêm fuara pirtûkan tê lidarxistin. Fuara pirtûkan 25ê îlonê roja sêşembê dest pê dike û di 30ê îlonê roja yekşemê de bidawî dibe. Fuar li Navenda Fuar û Kongreyan a TÜYAPê tê li darxistin. Ev fuar ji ber ku li Diyarbekirê tê …

  • 24 Îlon

    Şevbêrka Dengbêjan û keda Hozan Şemdîn – 1

    Ji tebaxa 1998’an heya roja îro, şevbêrka dengbêjan, destanên kurdî û Hozan Şemdîn di ekranên TV’ên kurdî li Ewropayê de, her carê bi reng û dîmenên ji hev cuda li ber çavên me ne. 20 sal di ser wê roj û destpêka girîng a dîrokî derbas bûn. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim ku nasnameya wê bernameyê, cihê …

  • 24 Îlon

    Kurdî ji afîşên pêşangeha pirtûkan a Amedê hat derxistin

    Li Amedê di navbera 25-30ê Îlonê de 6. pêşangeha Pirtûkan li dar dikeve lêbelê îsal di afîşên pêşangehê de zimanê Kurdî û Îngîlîzî cih negirt û afîş tenê bi tirkî hatin amadekirin. Li bajarê Amed ê Bakûrê Kurdistanê îsal di navbera 25-30ê Îlonê de 6.Pêşangeha Pirtûkan tê lidarxistin. Weşanxaneyên Kurdî ên wek; Dara, Peywend, Lîs, Avesta, J&J, Nûbihar, Aryen, Belkî, …

  • 23 Îlon

    Mehwî û sêgoşeya hebûn, terîqet û şerîetê

    Di vê nivîsarê de hewl hatiye dayîn bi metodeke hermenotîk, têgihîştin û vegotina Mehwî di nav sê rehend û cemserên hebûn, terîqet û şerîetê de bi mînaka du xezelên helbestvan bê ravekirin û derketin û kategoriyên hûr ên van cemseran li jêr navê eşq, mirin, îma û rexne û rengek ji pûçî û hesta absurd û vala ku girêdayî amadebûna …

  • 22 Îlon

    Şêweyeke Edebiyatê : Ceribandin

    Bi kurdî nivîsîna ceribandinan gelek kêm e. Pirtûkên  xwerû bi kurdî ên ceribandinan hindikin. Hinek nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin, ceribandin û kurteçîrokê tevlîhev dikin. Ceribandin û kurteçîrok eynê-heman- tişt nînin. Dema me li ser navê weşanên Helwestê xwest ku pirtûkek ji kurteçîrokên nivîskarên kurd, kurteçîrokên helbijartî amade bikin, hinek nivîs her wekî kurteçîrokê ji me hatin şiyandin. Me lê …

  • 21 Îlon

    Di Helbestên Feqî’de bikaranîna heywanan

    Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de heywan di pir hêlan de derdikeve pêşiya me. Carna bi unsurên folklorîk yên aîdê Edebiyata Kurdî hatine bikaranîn, carna bi unsûrên tesawufî û mîtoloojîk carna jî bi xwerû û ji aliyê meneya ku hildigirin di helbestên şaîran de cîh girtine. Feqîyê Teyran helbestvanekî di sedsala 16. de jîyaye û di Edebîyata Kurdî ya nivîskî …

  • 20 Îlon

    diponijim

    li ser pirtûkên ji hevîrê darê payizê li pêşiya zivistaneke reş bi bêrîkirina du demsalên borî bi peşwaziya ronahiya bihara jîndar bê av tême strandin bêyî tevlêbûna hevîrtirş li benda nanpêjên hosta di sarincên dorgirtî de dibin sir û seqama quflokî de hatime ji bîr kirin 26 Îlon 2001 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014