200 peyvên Kurdî di Qurana pîroz de hene

Zimanê Kurdî ku yek kevntir zimane gelek peyvên wî di nav zimanê Tirkî, Erebî û her wekî yên din de belav bûne. Lê belê ya balkêş ew e, di nav Quranê de ku bi Erebî hatiye nivîsin, belavbûna zimanê Kurdî ye. Lêkolîner û zimanzana Perwîz Cîhanî yê ji Rojhilatê Kurdistanê amaje dike ku, di Quranê de bi sedan peyvên Kurdî hene, ku wek Erebî tê nîşandan.

Her ziman gelek peyvên xwe didin hev. Çawa di zimanê Kurdî de peyvên wek Erebî, Farisî û her wekî yên din hebin, di heman demê de di nav zimanê Tirkî, Erebî de jî gelek peyvên Kurdî hene.

Zimanê Kurdî ku bi salan e hebûna wî dihat înkarkirin, gelek peyvên wî di nav zimanên cîran de belav bûne. Akademîsyen û Zimanzan Perwîz Cîhanî di vê derbarê de dibêje: “Zimanê Kurdî wek zimanekî zengîn û rengîn li Rojhilata Navîn di nîveka gelek zilzimanan de ye. Bi hezaran peyvên Kurdî, di nav zimanên cînaran de heye. Çi Erebî, çi Tirkî çi Farisî de. Bi taybetî di zimanê Tirkî û Erebî de gelek peyvên Kurdî ji Kurdî standine û birine kirasê zimanê xwe lê kirine. Li gorî xwediyê pirtûka El Kelemetu Farisî Fil Miacimil Erebî, ji zêdeyî 3 hezar peyvên Kurdî û Farisî di zimanê Erebî de hene.”

Di pirtûka pîroz a misilmanan de jî, ku bi Erebî hatiye nivîsin li gor zanyariyên lêkolîneran herî kêm dused peyvên Kurdî hene. Lê ji aliyê gelek kesan ve ev yek nayê zanîn.

Perwîz got: “Hejmara peyvên Kurdî di Quranê de û di zimanê Erebî de gelek in. Wek mînak peyva Kurdî rezvan ketiye Qûranê û bûye ridvan, wateya wê jî ew e, nobedar yan jî dergehvanê bexçeya bihuştê ye. Weke din di ayeta fîl de fîl bixwe pîla Kurdî û Farisî ye, sîccil heye sîccil dîsa sengugîl e, ku bi Kurdî ye. Bi kêmahî bi vî awayî gelek peyvên Kurdî hene ku di Quranê de cih digirin.”

Dema Ereb bi ser Kurdistanê de digirin, bi sedan pirtûk û pirtûkxane tên şewitandin. Pirtûkên mayî jî ji zimanê Kurdî tên wergerandin bo Erebî. Çend tîp li peyvên Kurdî zêde kirine û bi vê guhertinê peyvên bi koka xwe Kurdî ne wek peyvên Erebî tên nîşandan.

( Jêgirtin : K24 – Stanbol )

Derbar Çand Name

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply