Pirsname – Necat Zivingî

Pirsname

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Necat Zivingî  – Bi alikarî ya M.Samî Çinar 

 

  1. Peyva ku herî jê hez dikî?

Necat Zivingî: Ellah

  1. Van rojan kîjan stranê guhdarî dikî?

Necat Zivingî: Helbestên Cizîrî

  1. Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?

Necat Zivingî: Bawerî

  1. Tu ji bo çi dijî?

Necat Zivingî: Edalet

  1. Ji kurdan re ya ewil çi lazim e?

Necat Zivingî: Desthevgirtin

  1. Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?

Necat Zivingî: Mirovahî, rastî, edalet

  1. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

Necat Zivingî: Xelasî di rastiyê de ye (en-Necatu fîs-sidq)

  1. Egîdê te kî ye?

Necat Zivingî: Bedîuzzeman

  1. Tu dixwazî li ku derê bijî?

Necat Zivingî: Gundê xwe Zivingê

  1. Kîjan pirtûkê dixwînî?

Necat Zivingî: Deliliğin Tarihi – Münazarat

  1. Tu dixwazî kîjan karî/pîşeyî nekî?

Necat Zivingî: Mankeniya Vîtrînê

  1. Çi te kelecan dike?

Necat Zivingî: Fikreke nû

  1. Çi kelecana te dişikestîne?

Necat Zivingî: Tu tişt

  1. Kêmasiya kurdan a herî mezin çi ye?

Necat Zivingî: Xwe nasnekirin

  1. Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweş dike?

Necat Zivingî: Kurdî

  1. Riste/beyt an çarîna herî bi wate ya ku tu jê hez dikî?

Necat Zivingî: Mela her wî bibîn her wî eger her wî dinasî tu

  1. Xewna bextewariya te çi ye?

Necat Zivingî: Serdestiya edaletê

  1. Kîjan stran halê te yê rûhî tîne ziman?

Necat Zivingî: Xewna min

  1. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Necat Zivingî: Mexfîret

  1. Te dixwest bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?

Necat Zivingî: Xwedê çi bide li ser seran e

 

NECAT ZIVINGÎ: Di sala 1982yan de, li Gundê Zivinga Hebizbiniyan ji dayik bû. Piştî 6 – 7 salên xwe li gund derbas kir, malbata wî ji mecbûrî koçî bajarê Êlihê (Batman) kir û heta zanîngehê li Êlihê ma.

Di sala 2002yan de çû “Zanîngeha Kocaelî” û li wir Fakulteya Huqûqê xwend. Di sala 2007an de çû bajarê Amedê û dest bi parêzeriyê kir. Heta sala 2009an li ser medreseyên Kurdistanê lêkolîn kirin. Ev lêkolînên xwe di rojname, radyo û televizyonan de pêşkêş kirin.

Di weşanên cuda de bi navê xwe û bi nasnavan cuda, gotarên Kurdî û Tirkî nivîsîn. Bi navê Damla kovarek derxist. 3 salan weşankariya kovareke Kurdî kir. 2 salan bernamevaniya televizyonê kir. Tevlî bernameyên televizyonan û konferansan bû.

Li Zanîngeha Mêrdîn Artûkluyê û Mûş Alparslanê di beşa ziman û çanda Kurdî de lîsansa bilind (master) kir. Li Zanîngeha Anadoluyê beşa sosyolojiyê (civaknasî) xwend. Li Stenbolê parêzeriyê dike. Heta niha yek Tirkî, 5 Kurdî bi tevayî 6 berhemên wî hatin çapkirin.

Berhemên Wî

  • Tesettür, bi navê Muhammed Said Kışlak, 2009
  • Dîwana Mela ‘Elî ‘Ilmî (Mela Ali İlmi’nin Yaşamı ve Divanı), 2012
  • Zembîlfiroş (Zembilfıroş Öyküsü), 2012
  • Helbestên Azadiyê (Özgürlük Şiirleri), 2014
  • Stêrkên Edebiyata Kurdî (Kürd Edebiyatının Yıldızları), 2014
  • Zana û Rewşenbîr Evdirehîm Rehmî Hekkarî (Alim ve Aydın Hakkarili Abdurrahim Rahmi), 2015

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply