Pirsname – Konê Reş

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Konê Reş  – (Bi alikarî ya M.Samî Çinar)

ÇANDNAME: 1- Peyva ku herî jê hez dikî?

Kone Resh:  Ehmedê Xanî, Mîr Bedirxan, Mîr Celadet û Barzaniyê Nemir

ÇANDNAME: 2- Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?

Kone Resh: Strana Bavê Seyro, Lawikê Metînî û Derwêşê Evdî..

ÇANDNAME: 3- Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?

Kone Resh: Bêguman azadî û serxwebûna Kurdistanî ye.. Demokrasî û wekheviya netewa ye.

ÇANDNAME: 4- Tu ji bo çi dijî?

Kone Resh: Qeder e.. Wek qedera Siyabend e.. Ne bi kêfa xwe hatime vê dinyayê, lê hêvî dikim ku jiyana min, hebûna min di vê jiyanê de di xizmeta welatiyên min yên kurd de be û di pey re di xizmeta mirovahiyê de be.. Wek ku kurd dibêjin; Her yek li ser mirîyên xwe digirî.

ÇANDNAME: 5- Ji kurdan re ya ewul çi lazim e?

Kone Resh: Yekîtî û parastina ziman lazime.. Belê her kurd bihacetî Azadî, serxwebûn, wekhevî û demokrasiyê ne.. Piştî van lazimiyan careke din ziman û ziman..

ÇANDNAME: 6- Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?

Kone Resh: Mirovekî Kurd im, di kul, êş û janên gelê xwe de di ponjim..

ÇANDNAME: 7- Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

Kone Resh: Bijî Kurd û Kurdistan…

ÇANDNAME: 8- Egîdê te kî ye?

Kone Resh: Gelek egîdên Kurd li ber dilê min şêrîn hene, ji wan Abdurezaq Bedirxan, Sûreya Bedirxan, Elîşêr, Seyid Riza, Simko, Memdûh Selîm, Pêşewa Qazî, Barzanî..

ÇANDNAME: 9- Tu dixwazî li ku derê bijî?

Kone Resh: Bajarê Cizîra Botan an Mêrdîn.

ÇANDNAME: 10- Kîjan pirtûkê dixwînî?

Kone Resh: Her dem pirtûkek di nav destê min de heye. Niha ez pirtûka (Omeriya Mîrsom) ya mamoste Şerefxan Cizîrî dixwîbim.

ÇANDNAME: 11- Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?

Kone Resh:  Ew karê ku dijî mirovahiyê be, dijî pêşketina mirovahiyê be.

ÇANDNAME: 12- Çi te kelecan dike?

Kone Resh: Ne heqî.. Zulim.. Bêbavî.. Yê ku ji bavê xwe şerm neke..

ÇANDNAME: 13- Çi kelecana te dişikestîne?

Kone Resh: Edalet, demokratî ji rexekî ve û ji rexekî ve xwendina pirtûkan. Bi xwendinê bêhna min derdikeve..

ÇANDNAME: 14- Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?

Kone Resh: Wek ku bavê netewa kurdî Şêx Ehmedê Xanî gotiye; Ger dê hebûya me itîfaqek..

ÇANDNAME: 15- Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Kone Resh: Bêguman zimanê Kurdî ye.. Xemxur û zikêşê zimanê dê û bavê xwe me.

ÇANDNAME: 16- Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?

Kone Resh: Filmê (Kerî) yê rehmetî Yelmaz Guney.

ÇANDNAME: 17- Xewna bextewariya te çi ye?

Kone Resh: Serxwebûna Kurdistanê ye. Ew ku bi hezarên egidan xwîna xwe ji bo wê rijandine.

ÇANDNAME: 18- Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?

Kone Resh: Beriya Mêrdînê ye.

ÇANDNAME: 19- Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Kone Resh: Ku ez karibim bi berdewamî kul û xem, kêf û şahiyên welat û welatiyen xwe bi pênûsê bişopînim.

ÇANDNAME: 20- Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?

Kone Resh: Min ev pirs fam nekir…

 

Nivîskar û Helbestvan KONÊ REŞ

Konê Reş di sala 1953an de li gundekî ji gundên Beriya Mêrdînê, di navbera Binxetê û Serxetê de hatiye ser rûyê dinyê. Navê wî yê rast Selman Osman Abdo ye. Ji malbateke Kurdperwer, zimanhez û rewşenbîr e. Xwendina xwe li Qamişlo xwendiye piştî lîse hewl daye ku xwendina xwe li Almanya bi dawî bîne, lê pê re neçûye serî û zîvirî ye.Ji mêj ve bi dûv ziman, folklor û toreya gelê xwe de ye. Di gelek kovar, rojaname û belavokên Kurdistanî de beşdariya wî heye..

Ji kesên pêşîne di Binxetê de ku bi zimanê Kurdî nivîsandiye, piştî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Tîrêj, Keleş û Rezoyê Osê… Ew xwediyê kovara “Gurzek Gul” bû, ew ku bi dizî di navbera salên 1989 û 1992an de, li Qamişlo, li nav Kurdên Binxetê dihat belav kirin.Gelek xelat standine. Ji wan xelatan: Xelata zêrîn ji Hikumeta Herêma kurdistanê, di sala 1998an de, bi helkeftina sedsaliya rojnamegeriya Kurdî û di sala 2000î de jî, hatiye xelat kirin ji rex birêz Felekkedîn Kakayî ve, wezîrê rewşenbîriyê di hikumeta herêma kurdistanê de, bi helkeftina festîvala Cizîrî li Duhokê.    

Di sala 2003an de Konê Reş beşdarî di sedsaliya Cegerxwîn de kiriye li Amedê.   Hem jî endame di PEN a Kurdî ye û di sala 2006an de, bûye yek ji helbestvanên cîhanî (Poetas del Mundo) û jêre rûpelek hatiye vekirin di nav her 8 helbetvanên Kurdistanê de.. Hêjaye gotinêye, ev yekemîn care ku navê Kurdistanê di cihekî cihanî de bi helbestvanên xwe, di nav dewletan de bilind dibe.. www.poetasdelmundo.com.  

Hêvî û daxwazên Konê Reş evin; ku wê rojê bibîne, ew roja ku her sibeh rojnameyeke Kurdî bi tîpên Latînî li ber deriyê mala xwe bibîne û bi rêka wê rojnameyê nûçe û bûyerên Kurdistanî û cîhanî bixwîne û seh bike.

Berhemên Konê Reş yên çapbûyî

– Mîr Celadet Bedir-Xan, bi Erebî, Şam 1992, bi Kurdî Stokholm, 1997. – Serhildana Sasonê, 1925-1936, Şam 1995.- Osman Sebrî, 1905-1993, Şam, 1997.- Komela Xoybûn û Bûyerên Rojane yên Şoreşa Araratê, Erbîl, 2000- Dîroka Qamişlo, Lêkolîn bi zimanê erebîye. Silêmaniyê/2006, Şam/2012.

– Dîroka Rojanamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê: 1932 – 2012, lêkolînek berfireh e, Duhok 2013.
– Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan, Stanbol, 2013.
– Ji Stêrên Welatê Qedexe, lêkolînek berfireh e li dor 30 navdarên Kurd, Duhok, 2013.  

Di warê helbestên mezinan de: – Welato!, Helbest, Beyrût, 1998.- Dergehê Jîn û Evînê, Helbest, Beyrûrt, 2001.- Cûdî Çiyayê Miradan, Helbest, wergerandina Hejar Îbrahîm, Şam, 2004.- Dara Çinarê, Helbest, wergerandina Îmad Elhesen, Şam 2006.

– Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl: Helbest, Ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê, êlûna 2010.

Di warê helbestên Zarokan de:– Sîpan û Jîn, I. Beyrût, 1993. – Şagirtê Bedir-Xan im, helbestên zarokan: II. Beyrût, 1996.

– Helbestên zarokan:III. Amed (Diyarbekir) 2013.

Li bajarê Qamişlo dijît.Konê Reş wiha xwe dide naskirin: Mirovekî Kurd im Ji sala 1514 an ve Ta roja îro; Di kul, êş û janên Gelê xwe de  di ponjim Xemxur û zikêşê Zimanê dê û bavê xwe me; Yekim, ji wan kesên ku,Li dor malbata Bedirxaniyan Di xepêrim…Ez Konê Reş im..

Derbar Rêvebir

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply