07 Sep 2004, Tibet, China --- Barley --- Image by © Keren Su/Corbis

Pirsname – Husein Muhammed

Pirsname

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Husein Muhammed  – Bi alikarî ya M.Samî Çinar 

  1. Peyva ku herî jê hez dikî?

     Husein Muhammed: Evîn

  1. Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?

     Husein Muhammed: “Sebra dila” bi dengê Xelîl Xemgîn

  1. Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?

       Husein Muhammed: Azadiya bi berpirsiyarî

  1. Tu ji bo çi dijî? 

      Husein Muhammed: Bo zarokên xwe, yara xwe, malbata xwe, dost û hevalên xwe, gel û miletê xwe, zimanê xwe

  1. Ji kurdan re ya ewul çi lazim e? 

     Husein Muhammed: Divê kurd bizanin ku kurdîtî bêyî zimanê kurdî nebûye û nabe jî.

     6.Tu dikarî bi sê peyvan  xwe  vebêjî? 

     Husein Muhammed: Geşbîn, çalak, bihêvî

  1. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

    Husein Muhammed: Bijî û bihêle yên din jî bijîn,

  1. Egîdê te kî ye?

     Husein Muhammed: Dayika min.

  1. Tu dixwazî li ku derê bijî?

    Husein Muhammed: Li cihê ku niha lê dijîm, Helsinki J

  1. Kîjan pirtûkê dixwînî? 

   Husein Muhammed: Niha ez kitêba “Loanwords in the world’s languages” (Peyvên biyanî di zimanên dinyayê de)  dixwînim,

  1. Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?

   Husein Muhammed: Nikarim û naxwazim bijîs_kiyê /doktoriyê bikim ji ber ku tehemila xwînê nakim.

  1. Çi te kelecan dike?

   Husein Muhammed: Derketina kitêbên yan nivîsarên heval û hogiran.

  1. Çi kelecana te dişikestîne?

Husein muhammed:

  1. Kêmasiya Kurdan a herî mezin çî ye?

    Husein Muhammed: Kurd ji xelkê re mî ne lê ji xwe re rovî ne.

  1. Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

    Husein Muhammed: Ez evîndarê zimanê kurdî me lê ji hemû zimanan hez dikim.

  1. Riste/beyt an çarîna herî bi wate ya ku tu jê hez dikî?

    Husein Muhammed: “Ziyanê negihîne kesî / agirê xwe bernede xelkê. / Ger jiyana ebedî dixwazî /serê xwe biêşîne, ne yê xelkê.” ya Omer Xeyam.

  1. Xewna bextewariya te çi ye? 

Husein Muhammed:

  1. Kîjan stran halê te yî rûhî te dîne ziman?

Husein Muhammed:

  1. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

   Husein Muhammed: Bi dîtina min em Kurd zêde pesnê xwe bi dîrokê û raboriya xwe didin. Em hema-hema beniyên raboriyê ne. Em dibêjin filan û bêvan qehremanên me hebûn û em neviyên mediyan û mîtaniyan û nizanim-çiyan in. Divê em xwe hinekî ji raboriyê rizgar bikin. Ne giring e ka bab û kalên me kî bûn lê giring e ka neviyên me dê çi bin.

  1. Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî? / Hangi doğal yeteneğe sahip olmak isterdiniz?

   Husein Muhammed: Dixwazim bikarim di heman demê de çalak jî bim û bisebir jî bim.

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply