Pirsname
20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Husein Muhammed – Bi alikarî ya M.Samî Çinar
- Peyva ku herî jê hez dikî?
Husein Muhammed: Evîn
- Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?
Husein Muhammed: “Sebra dila” bi dengê Xelîl Xemgîn
- Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?
Husein Muhammed: Azadiya bi berpirsiyarî
- Tu ji bo çi dijî?
Husein Muhammed: Bo zarokên xwe, yara xwe, malbata xwe, dost û hevalên xwe, gel û miletê xwe, zimanê xwe
- Ji kurdan re ya ewul çi lazim e?
Husein Muhammed: Divê kurd bizanin ku kurdîtî bêyî zimanê kurdî nebûye û nabe jî.
6.Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?
Husein Muhammed: Geşbîn, çalak, bihêvî
- Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?
Husein Muhammed: Bijî û bihêle yên din jî bijîn,
- Egîdê te kî ye?
Husein Muhammed: Dayika min.
- Tu dixwazî li ku derê bijî?
Husein Muhammed: Li cihê ku niha lê dijîm, Helsinki J
- Kîjan pirtûkê dixwînî?
Husein Muhammed: Niha ez kitêba “Loanwords in the world’s languages” (Peyvên biyanî di zimanên dinyayê de) dixwînim,
- Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?
Husein Muhammed: Nikarim û naxwazim bijîs_kiyê /doktoriyê bikim ji ber ku tehemila xwînê nakim.
- Çi te kelecan dike?
Husein Muhammed: Derketina kitêbên yan nivîsarên heval û hogiran.
- Çi kelecana te dişikestîne?
Husein muhammed: …
- Kêmasiya Kurdan a herî mezin çî ye?
Husein Muhammed: Kurd ji xelkê re mî ne lê ji xwe re rovî ne.
- Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?
Husein Muhammed: Ez evîndarê zimanê kurdî me lê ji hemû zimanan hez dikim.
- Riste/beyt an çarîna herî bi wate ya ku tu jê hez dikî?
Husein Muhammed: “Ziyanê negihîne kesî / agirê xwe bernede xelkê. / Ger jiyana ebedî dixwazî /serê xwe biêşîne, ne yê xelkê.” ya Omer Xeyam.
- Xewna bextewariya te çi ye?
Husein Muhammed:…
- Kîjan stran halê te yî rûhî te dîne ziman?
Husein Muhammed: …
- Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Husein Muhammed: Bi dîtina min em Kurd zêde pesnê xwe bi dîrokê û raboriya xwe didin. Em hema-hema beniyên raboriyê ne. Em dibêjin filan û bêvan qehremanên me hebûn û em neviyên mediyan û mîtaniyan û nizanim-çiyan in. Divê em xwe hinekî ji raboriyê rizgar bikin. Ne giring e ka bab û kalên me kî bûn lê giring e ka neviyên me dê çi bin.
- Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî? / Hangi doğal yeteneğe sahip olmak isterdiniz?
Husein Muhammed: Dixwazim bikarim di heman demê de çalak jî bim û bisebir jî bim.