Pirsname
20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Fırat Cewerî – Bi alikarîya M.Samî Çinar
1-Peyva ku herî jê hez dikî?
Fırat Cewerî : Jin û jiyan
2-Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?
Fırat Cewherî : Hekîmo, ji dengê Şeroyê Biro
3- Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?
Fırat Cewerî : Azadiya mirov û rûmeta mirovî.
4-Tu ji bo çi dijî?
Fırat Cewerî : Ji bo jiyanê.
5- ji Kurdan re ya ewul çi lazim e?
Fırat Cewerî : Toleransa wan ya li hemberî hev û azadiya wan.
6-Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?
Fırat Cewerî : Bi tolerans, dûrbîn, şermok.
7-Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?
Fırat Cewerî : Gotina Voltaire ‘Ez mîna te nafikirim, lê ez heta dawiyê mafê te ê gotinê diparêzim’
8-Egîdê te kî ye?
Fırat Cewerî : Mahatma Ghandi
9-Tu dixwazî li ku derê bijî?
Fırat Cewerî : Mêrdîn di dilê min de ye, ji Stenbolê hez dikim, Stockholm warê min e; lê êdî tenê bajarek, an jî welatek têra min nake; ez gerok im, ji gerê hez dikim û dixwazim li gelek welatan bijîm.
10-Kîjan pirtûkê dixwînî?
Fırat Cewerî : Sûc û cezaya Dostoyevskî
11-Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?
Fırat Cewerî : Karê qesabiyê
12-Çi te kelecan dike?
Fırat Cewerî : Kitêbeke min ya nû…
13-Çi kelecana te dişikestîne?
Fırat Cewerî : Siyasetvanên ku li ser navê kurdan siyasete dikin û bi kurdî nizanin.
14-Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?
Fırat Cewerî : Bêtoleransiya wan ya li hemberî hev û aqilê ji kîsê xelkê
15-Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?
Fırat Cewerî : Bêguman kurdî
16-Riste/beyt an çarîna herî bi wate ya ku tu jê hez dikî?
Fırat Cewerî :
Ev beyta Sîyehpûş ku min berî bi 37 salan ji ber kiribû:
Ey hebîbam ger cehenem dafî bî tu danebî
Sed qesem dê biçime nîv de tu bi qesta daneyê
17- Xewna bextewariya te çi ye?
Fırat Cewerî : Saxî û selametiya min û hezkirên min û azadiya gelê min.
18-Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Fırat Cewerî : Ji bo ku ez pêşeroja xwe baştir bibînim.
19-Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?
Fırat Cewerî : Qabîlîyeta paqijkirina mirovan ya ji xerabiyên wan.
20-Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?
Fırat Cewerî : Schindler’s List
Firat Cewerî di sala1959an de li Mêrdînê hatiye dinyayê. Di destpêka salên heftêyan de bi malbata xwe re koçî Nisêbînê kir û di dawiya heftêyan bi hin hevalên xwe re komeleyeke kulturî ava kir. Nivîskariya Cewerî ya bi kurdî jî her di wan salan de dest pê kir.
Firat Cewerî bi armanca nivîsandineke azad di sala 1980 de terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Di eynî salê de jî wî kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de Cewerî di nav tevger û çalakiyên edebiyata kurdî de ye. Di destpêka salên heyştêyan de wî bi nivîs û çîrokên xwe beşdarî li kovarên kurdî yên seranserî dinyayê kir. Wî di adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Cara pêşî bi Nûdemê edebiyat û siyaset ji hev hat veqetandin. Herweha Firat Cewerî bi riya Nûdemê bi çendan navên nû li edebiyata kurdî zêde kirin û di aktuelhiştina edebiyata kurdî de roleke mezin lîst.
Di prosesa weşana Nûdemê de Cewerî kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya Nûdemê ava kir. Bi riya weşanên Nûdemê wî nêzîkî sed berhemên kurdî pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kirine. Herweha wî kovara HAWARê ku bingehê edebiyata kurdî ya nûjen e, ji nû ve civand û mîna du cildan çap kir.
Firat Cewerî ji destpêka 1980 de çîrokan dinivîsîne û ji nivşê sirgûnê çîroknivîsê pêşî ye. Çîrok û kitêbên Firat Cewerî wergeriyane swêdî, almanî, erebî, tirkî, farisî û zaravayê soranî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên swêdî, almanî, erebî û tirkî de jî cih girtine.
Firat Ceweriyê ku hê jî li Swêdê dijî, endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye û di Komîteya Karger ya PENa Swêdê de berpirsiyarê nivîskarên sirgûnê ye.
Lîsteya kitêb û wergerên Firat Cewerî:
Pirtûkên Firat Cewerî:
1- Êrîs Dikin, (helbest) 1980
2- Mezin Dibim, (helbest) 1981
3- Dê Sêrîn e, (helbest ji bo zarokan) 1983
4- Girtî , (çîrok) 1986
5- Kevoka Spî, (çîrok) 1992
6- Kultur, Huner û Edebiyat , (gotar û hevpeyvîn) 1996
7- Gotinên Navdaran, (aforîzma) 1995
8- Çîroka Malbata Evdo, (çîrokek bi kêşasan) 1999
9- Li mala mîr Celadet Alî Bedir-Xan, (diyalog) 1998
10- Pêlên derya reş, (gername) 1997
11- Romanseke çilmisî, (çîrok) 2002
12- Antolojiya çîrokên kurdî , (amadekar) 2003
13- Payıza dereng, (roman) 2005
Wergerên Firat Cewerî:
1- Dostojevsky, (Sevên Spî), 1993
2- John Steinbeck (Misk û Mirov) 1993
3- Çexov (Bexçeyê Vîsne), 1995
4- Samuel Beckett (Li benda Godot) 1995
5- Yasar Kemal (Dara hinarê ), 1998
6- Sartre (Dîwar)
7- Astrid Lindgren (Emîl li Lönneberga) 2000
8- Astrid Lindgren (Sûmiyên Emîl yên nû) 2000
9- Astrid Lindgren (Emîl hê jî li Lönnebergayê dijî) 2000
10- Barbro Lîndgren (Çîroka apoyê hûrik) 2000
11- Henning Mankell (Hingura êvarê) 2002
12- Gunilla Bergström, (Birek bive ye Alfons Oberg) 2002,
13- Gunilla Bergström, (Alfonsê Şûm) 2002
14- Gunilla Bergström, (Alfonsê diz) 2005
15- Gunnar Ekelöf, (Zimanekî zindî wernegerîne yekî mirî) bi heft zimanan 2005
Hevalên li Çanda me. min xeberda we bi Cewerî re pir hes kir. sipasiya xebata we dikim..