Pirsname – Ebdurehîmê Mûşî

Pirsname

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Ebdurehîmê Muşî  – Bi alikariya M.Samî Çinar 

  1. Peyva ku tu herî zêde jê hez dikî çiye?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Yekîtiya mayînde û heskirina navxweyî ye.  Her wiha azadî û aşitiya mayînde ye. Tişta herî zêde ez jê acisdibim jî, îxaneta navxweyî ye.

 

  1. Van rojan tu li kîjan stranê guhdêr dikî?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Ez van rojan bêtir li vê Strana MÎVANÊ XEYALA MIN guhdêr dikim:

Hanî – MÎVANÊ XEYALA MIN

Mêvanê xeyala min

Kengê dihê mala min?

Bînî bejn û bala min

Hey…

 

Ez im gulbarîna te

Nêrgiz û narîna te

Nazdar û şîrîna te

Tew…

 

Kanî me kanya te me

Bûheşt û dunya te me

Tev ji evînya te me

Tew…!

 

  1. Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?

 Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Ji bo min nirxa herî pîroz, bawerî û hezkirineke herî zexm û qewî ye. Ji xêncî wî jî nirxên Neteweyî ye.

  1. Tu jibo çi dijî?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Ji bo ku ez fernama Xwedê Teâla binim cî û ji mirovahiyê ra jî bibim mînakek rind û li dijî bê edaletiyê  bi sekinim, her wiha ewladên bixêr perwerde bikim lewra  ku ez di vê dinya fanî de dijîm.

 

  1. Ji kurdan re, ewul çi lazim e?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Bêguman ji me kurdan re: Yekîtiya neteweyî û heskirina mayînde lazim e. Eger ku em bibin yek azadiya me pirr hasantir dibe û wê dost û dijmin jî me muxatap bigrin.  Mala minê! Lewra mezinên me gotine:  “Destê bi tenê bibe Şêrê ‘Elî dîsa deng jê nayê.” Keko tişta ku pişta me şikandiye û me cedewî kiriye, îxanet û bêtifaqiya me ya mayînde ye. Lewra min di gotinekî xwe de wiha gotî:

Mûşî dibê ..kurdo… yek bin

Ne pêçiya d’ çavên hev bin!

 

6.Tu dikarî bi sêpeyvan xwevebêjî?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Mezlûmê sitembar im

Lewra bindestê zordar im

Lê di doza xwe de;

Ji sedî sed mafdarim..!

 

  1. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Ez dikarim bi hêsanî bêjim, hest û Helbestên min û Wêje ya kurmancî. Her wiha Çand û Huner, kultura me ya rind û Dengbêjiya Kurdî.

 

  1. Egîdê te kî ye?

Yado Axayê Dumilî, Ferzende Beg, Seyîdxanê Kerr, Elîcan, Tewfîq, Egît û hwd.

  1. Tu dixwazî li ku derê bijî?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Bêguman ez naxwazim li xerîbiyê bijîm! Lewma ez dixwazim li welatê bav û kalên xwe di hêlîna xwe ya germ û qedîm de bijîm. Ji ber ku welat aram û hesreta dilê min ê birîndar e ji lewma. Helbestvanê me çi xweş li hevaniye:

”Bilbilê malik şewitî ji xwe ra nalîn e

Xema Şalûl e ji xwe ra  xweş dixwîne

Derdê bilbil ne qefesa zêrîn e..!

Mirad û mexsedê wî ew e hêlîna xwe bivîne.”

 

  1. Tu kîjan pirtûkê dixwînî?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Ez bêtir Kilasîkên Kurdî dixwînim. Mînak: „Mamoste Şêx Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Mela Ehmedê Cizîrî, Mele Ehmedê Bateyî, Mele Ebdurehman Durre, Seydayê Cîgerxwîn, Osman Sebrî, Seydayê Tîrêj û hwd.

  1. Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyînekî bikî?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Ez ti wextê naxwazim ewanî û derewan bikim. Xwedê Teâla neke para ti xêrxwazî me jî bide xatir. Lewra ez ji îftira, derew û durûtiyê nefrînê dikim.

  1. Çi te kelecan dike?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Wextê ez dertêm dikê pêşberî Gel. Lê belê bêtir daxwaza Azadiyê kela dilê min wek pêlên deryayê berz û bilind dike.

  1. Çi kelecana te dişikestîne?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Aram kelecana min dişkîne..!

  1. Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Siyaseta wek siya darê û bêtifaqiye. Divê siyasetmedarên kurd bi karibin bi mêranî li ser piyê xwe bi sekinin û bibin bersiva hemî dost û dijminan. Lewra siyaset wek siya darê nayê kirin. Divê di qada Neteweyî û Navneteweyî de siyasetmedarên me bi fêhm û feraseteke mezin û zanyariya xurt siyaseta xwe bimeşînin da ku bikaribin gel jî têr bikin. Tişta herî girîng jî ew e ku em bi karibin pêşî li îxaneta navxweyî werbigrin û hezkirin û yekîtiya mayîn de di nav xwe de çêbikin û destê biratiyê bidin hev!!! Lewra min di gotinekî xwe de wiha gotî:

Siyaseta wek Siya Darê

Me nagîne Derbuharê!

  1. Axaftina bikîjan zimanî te kêfxweş dike?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: – Bêguman axaftina bi zimanê neteweyî. Lê belê ez bi pirr zimanî jî diaxivim:

Divê ..em.. ji dinyayê fedî bikin

Bi zar û zimanê xwe ’emel bikin

Her wiha bi şi’ûr siyasetê bikin

  1. Kîjan fîlm xweşî we tê û zêde li ser we tesir dike?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Bêguman di Sînemayê de ez herî zêde ji „Mîrê Sînemayê Yilmaz Guney” hez dikim. Her wiha derdê Yilmaz Guney rojê sed carî dil û cergên min bi neşterê dikoje û disoje!!!

  1. Xewnabextewariya te çi ye?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Bêşik: „Aramî, Azadî û Serxwebûna mayînde û aştiya cîhanê ye.

  1. Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne ser xwe?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Bêguman vê: „Zilma ku bi taybetî li Netewa me û mezlûmên cîhanê tête kirin” rojê sed carî min dikuje. Xwedê Teâla vê zilmê qebûlneke. Amîn..! Xwedê Teâla Aştiyeke mayînde di welat û cîhana me de bide çêkirin, da ku ev fîxan û feryada mezlûman were rawestandin. Amîn..!

 

  1. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî: Sed heyf û mixabin, Paşeroja me ji bo min bi tenê „Îxaneta navxweyî, zilm û nîjadkujiya ku li ser Gelê me yê mezlûm” tîne ber çavên min. Her wiha peymana: „Qesra Şîrîn û Lozan”ê van herdu peymanên ku nerewa  û bêdad min şerpeze dike. Lewra paşeroj ji bo min îxaneta navxwyî û ya navneteweyî tîne zimên.

 

  1. Te dixwest tu bibî xwedî kîjan qabiliyeta sirûştî?

Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî:

Tu ji min bawer bikî ez rojê 10 carî şukrê Xwedê Teâla dikim ku fehm û feraseta Helbestvanî, Denbêjî û Bilûrvaniyê daye min ku, ez pê derd û kulên gelê xwe dihêrim û  ji birîna wî re dikim melhen. Her wiha derdê gel dikim gulistaneke bêndar ku bêhna birîndar û evîndaran pê derkeve û pê aram bibin. Bêguman ez deh carê din werim dinyayê dîsa ez di xwazim ku li ser vî bawerî û ramana xwe ya netewhez û kurdperwer bim û li dijî bê edaletiyê li gel Netewa xwe têbikoşim.

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply