Pirsname – Ali Gurdilî

Pirsname

20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Ali Gurdilî  – Bi alikarî ya M.Samî Çinar 

1.Peyva ku herî jê hez dikî?

Ali Gurdilî: Aştî û aramî

2.Van rojan tu li kîjan stranî guhdarî dikî?

Ali Gurdilî: Mem Ararat (Zana û Andok)

3.Ji bo te nirxa herî pîroz çi ye?

Ali Gundilî: Mirov

4.Tu ji bo çi dijî?

Ali Gurdilî: Ji bo xwe dijîm.

5.Ji kurdan re ya ewil çi lazim e?

Ali Gurdilî: Xweşdîtin û hemhestyarî

6.Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?

Ali Gurdilî: Dilsozî, nefsbiçûkî û xweşdîtin

7.Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

Ali Gurdilî: Ji bo cîhanek çaktir xebat û tolerans

8.Egîdê te kî ye?

Ali Gurdilî: Rehmetiyê bavê min Ebdilezîzê Eliyê Silo ye.

9.Tu dixwazî li ku derê bijî?

Ali Gurdili: Li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan.

10.Kîjan pirtûkê dixwînî?

Ali Gurdilî:Melayê Cizirî. Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri. Yrd. Doç. Dr. M. Nesim Doru. Weşanên Nûbiharê.

11.Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?

Ali Gurdilî:  Cerdevanî

12.Çi te kelecan dike?

13.Çi kelecana te kêm dike, dikuje?

Ali Gurdilî: Tênegihiştin.

14.Kêmasiya kurdan a herî mezin çi ye?

Ali Gurdilî: Hevkarî û yekîtî

15.Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?

Ali Gundıli: Zimanê Kurdî

16.Riste/beyt an çarîna herî bi wate ya ku tu jê hez dikî?

Ali Gurdilî: ‘Qermiçokên di rûyên me de, wekî êşên welatê me ne. Kûr, lal û nenas in; wekî ku li benda dîtin, zanîn û naskirinê bin.’   

17.Xewna bextewariya te çi ye?

Ali Gurdilî:Li Kurdistana Azad dersdariya beşa Felsefeyê, bi Zimanê Kurdî.

18.Kîjan stran halê te yî rûhî te dîne ziman?

Ali Gurdıli: Strana Şivan Perwer ya ‘Xanima min.’

19.Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Ali Gurdilî: Têgihiştin û tecrube.

20.Te dixwest ku tu bibî xwedî kîjan qabiliyeta sirûştî?

Ali Gurdilî: Dengbêjî

 

Ali Gurdilî kî ye?

Ali Gurdilî, civaknasekî kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite.

Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Tîroj, Felsefevan, Xwenas û Ajda de hatine çapkirin. Niha li Tirkiyeyê dijî, mamostetiya beşa felsefeyê dike û bavê du zaroka ye. Xwedî û berpirsiyarê malpera felsefeyê ya www.felsefevan.org ê û xwedî û edîtorê Kovara Felsefevan e.

Berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin.

1- Dengê Felsefeyê – Weşanên Doz – Rêbendan 2006

2- Rewîtiyeke Zanistî – Weşanên Doz – Gulan 2007

3- Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac ‘Enel Heq’-Weşanên Evrensel. Stenbol 2015

4- Destpêka Felsefeyê- Weşanên Soran. 2015

5- Antolojiya Feylesofan. Alî Gurdilî. Weşanên Soran. 2015

 

Derbar Rêvebir

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply