20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Keko Osman
(Bi alikariya M.Samî Çinar)
Keko Osman bi kurtî : 1957 Rojavayê Kurdistanê – Qamişlo – ROJNEMEVAN Û WERGÊR .
- Peyva ku herî jê hez dikî?
Keko Osman: Wekhevî
- Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?
Keko Osman: Min bêriya te kirye ba…
- Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?
Keko Osman: Mirovahî
- Tu ji bo çi dijî?
Keko Osman: Ji bo jiyanê
- Ji kurdan re ya ewul çi lazim e?
Keko Osman: Kurd hemî dizanin
6.Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?
Keko Osman: Kurd im, mirov im, aştîxwaz im
- Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?
Keko Osman: Ligorî li te tê guhdarîkirin biaxive (Dostowiskî)
- Egîdê te kî ye?
Keko Osman: Diya min e
- Tu dixwazî li ku derê bijî?
Keko Osman: Şkefta Şaneder (Şkeft, qezaya Hewlêrê li navçeya Mêrgesorê ye.
- Kîjan pirtûkê dixwînî?
Keko Osman: Jînenîgariya Dr. Nurettin Zaza
- Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?
Keko Osman: Mele û Şêx
- Çi te kelecan dike?
Keko Osman: Hêvîtî
- Çi kelecana te dişikestîne?
Keko Osman: Penaberî
- Kêmasiya kurdan a herî mezin çi ye?
Keko Osman: Nezanî, Nezanî…
- Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?
Keko Osman: Zimanê dayikê
- Kîjan fîlm xweşiya we tê û zêde tesir ser we çêkir?
Keko Osman: Dema hespên serxweş
- Xewna bextewariya te çi ye?
Keko Osman: Cîbicîkirina daxuyaniya mafê mirovan
- Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?
Keko Osman: Nakokiya di navbera olan de
- Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Keko Osman: Xewnek ne bêhêvî
- Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?
Keko Osman: Parastina jîngehê