Pirsname
20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Ersin Tek – Bi alikarî ya M.Samî Çinar
1. Peyva ku herî jê hez dikî?
Ersin Tek: Ellah û Edalet û Îman û Kurdistan
2. Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?
Ersin Tek: Rustemê Îsko / Min Te Dît Bu, Mem Ararat / Zana û Andok
3. Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?
Ersin Tek: Ellah û Jîn û Însan û Îslam
4. Tu ji bo çi dijî?
Ersin Tek: Ji bo ku bizanibim dê çawa bimirim, dijîm. Dibe jî ku ji bo ditîna mirina herî xweş, dijîm.
5. Ji kurdan re ya ewul çi lazim e?
Ersin Tek: Ji Kurdan re Îtîdal û Yekitî lazim e.
6.Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?
Ersin Tek: Pêşîyê însan im, paşê Kurd im, paşê jî Misilman im
7. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?
Ersin Tek: Şikandin hêsan e lê selihandina wê ne pêkan e.
8. Egîdê te kî ye?
Ersin Tek: Hemû pêxemberên Xweda û zarokên Kurda
9. Tu dixwazî li ku derê bijî?
Ersin Tek: Ez dixwazim bajarê Geverê bijîm.
10. Kîjan pirtûkê dixwînî?
Ersin Tek: Erasmus / Savaşa Karşı, Niccolô Mchiavelli / Komplolar Üzerine
11. Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?
Ersin Tek: Ez naxwazim tu karê ku tê de leşkeri, kuştin û zilm hebe, bikim.
12. Çi te kelecan dike?
Ersin Tek: Her tiştê ku miletê Kurd dixe kelecanê bêxe, min jî dixe kelecanê.
13. Çi kelecana te dişikestîne?
Ersin Tek: Gava ku rastî kesên îdeolojîk, partîzan û nezan têm.
14. Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?
Ersin Tek: Kurd ji bo xelkê canfeda ne, lê bele li hemberî birayên xwe yên Kurd ne baş in, hesûd û xaîn in. Wekî mezinên me digot in: ‘‘Ji xelkê re yar in, ji hev re gur û mar in.’’
15. Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?
Ersin Tek: Kurdî
16. Kîjan fîlm xweşîya we tê û zêde tesir ser we çêkir?
Ersin Tek: Eshebul Kehf (Çêkirina Îranê)
17. Xewna bextewariya te çi ye?
Ersin Tek:Cîhanek bi edalet û Kurdistanek azad
18. Kîjan qadê jiyanê bala te herî zêde dikşîne?
Ersin Tek: Ji bo min her qada jîyanê balkêş e. Çimkî jîyan tiştekî bêhempa ye, her dem digûherît û xwe teze diket.
19. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Ersin Tek: Raborî ji bo min tecrübe, poşmanî û ders e.
20. Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûşt bibayî?
Ersin Tek: Bila gotin û kirinên min yêk bin.
Ersin Tek Kî ye?
Ez mamostekî Kurd im. Di sala 1982yan de li navçeya Geverê ya Colemergê ji dayik bûm. Xwendina min a Dibistana seretayî, navîn û amadehî li Geverê derbas bû. Min di sala 2007an de Zanîngeha Stenbolê beşa Fîzîkê qedand. Niha jî beşa Felsefê dixwînim. Min li Geverê 5 salan mamostetî kir. Êdî mamostetîyê nakim. Niha tene bi pirtûk, nivîs û bi şêwirmendiya siyasî re mijûl im. Nivîskarê İlkehaberê me, tene di malpera Îlkehaberê de dinivîsim. Nivîsên min ên ku malper û kovarên din de hatine weşandin jî hene. Nivîsên xwe bi tirkî dinivîsim..