Pirsname – Abdullah İncekan

  • 20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Abdullah İncekan  
  • (Bi alikarî ya M.Samî Çinar )
  1. Peyva ku herî zêde jê hez dikî?

Abdullah İncekan: Dayê…

  1. Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî?

Abdullah İncekan: Li gorî dem û hestên rojê diguhere. Di nav stranên evînî, hesret, xerîbî û mêrxasîyê da diçim û têm. Lê van deman stranên xemgînîyê zêdetir di dilê min da ji xwe ra cihokan vedikin…   

  1. Ji bo te nirxa herî pîroz çî ye?

Abdullah İncekan: Edalet û wîjdan…

  1. Tu ji bo çi dijî?

Pirsa herî zehmet ya mirovahîyê ev e. Bersiva wê jî jîyana mîrovahîyê bi xwe ye.

  1. Ji kurdan re ya ewil çi lazim e?

Abdullah İncekan: Ji Kurdan ra pêşiya pêşîn neteweyîbûn lazim e. Li ser vê esasê jî zanîn, zanîn û dîsa zanîn lazim e.

   6.Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?

Abdullah İncekan: Mirovekî bi wîjdan, reşbîn û nostaljîk.

  1. Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?

Abdullah İncekan: Têkoşîn (hewl dan, berxwedan) mifteya serketinê ye.

  1. Egîdê te kî ye?

Abdullah İncekan: Egîdê min, mîrê gotina Kurdî û Kurdperwerîyê, Ehmedê Xanî ye

  1. Tu dixwazî li ku derê bijî?

Abdullah İncekan: Min pirr dixwast ez havînan li Wanê, li ber peravê Behra Wanê bijîm. Zivistanan jî wek çûçikan min bikarîbaya ber bi cîyên germ firr bida, ez ê kêfxweş bibama.

  1. Kîjan pirtûkê dixwînî?

Abdullah İncekan: Ez ji zaroktîya xwe vir va çend kitêban bi hev ra dixwînim. Ez niha zêdetir bi şairê Alman Rainer Maria Rilke ra mijûl im. Li ber serê min niha sê kitêbên wî yên cihê-cihê û yeke din jî li ser jiyan û berhemên wî heye, ku dixwînim. Xêncî vê kitêbeke di heqê dostaniya nivîskar Siegfried Lenz û serokkomarê kevn ê Almanyayê Helmut Schmidt da heye, ku gelek balkêş e. Li Ewrûpayê siyasetvan qîmetê didin zanayên xwe… Min got, ka ez bibînim di tûrikê serokkomarên xelkê û yen me da çi heye.

  1. Tu dixwazî kîjan karî/pîşeyî nekî?

Abdullah İncekan: Karên min ji jiyana derûnî dûr dixin.

  1. Çi te kelecan dike?

Abdullah İncekan: Yekbûna Kurdan. Gava pêşmerge derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, ji şabûna min rê li ber hêstirên xwe negirt. Bi qasî vê mûhîm: Ku zarokek Kurdî xeber bide.

  1. Çi kelecana te dişikîne?

Abdullah İncekan: Nebûna dezgehên me yên bi rêk û pêk.

  1. Kêmasîya kurdan a herî mezin çî ye?

Abdullah İncekan: Kurd wek şexs nafikirin, yanî kesayetiya mirovan rûneniştiye. Loma jî tim xwe li beg û axayan, şêx û serokan digrin. Û ev tişt rê li ber pêşdeçûna civatê digre. Bi baweriya min, digel hin xalên din ev xaleke gelekî mûhîm e.

  1. Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweş dike?

Abdullah İncekan: Elbet zimanê Kurdî. Lê carna, di hin hêlên jîyanê da zimanên din jî tên hawara min.

  1. Kîjan fîlm xweşî we tê û zêde tesir li ser we çêkir?

Abdullah İncekan: A beautiful mind.

  1. Xewna bextewariya te çi ye?

Abdullah İncekan: Belkî kitch dixwiyê, lê bila be… Jîyana di bin ala xwe da.

  1. Kîjan qada jiyanê herî zêde bala te dikşîne?

Abdullah İncekan: Karê rojnamegerîyê. Min pirr dixwast ez di rojname yan jî televîzyoneke Kurdî ya bi serketî û demokrat da bixebitim. 

  1. Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?

Abdullah İncekan: Paşeroj bingeha pêşerojê ye.

  1. Te dixwast bi xwedî kîjan qabiliyeta sirûştî bibayî?

Abdullah İncekan: Bi qasî ku min ji xwe ra bistra, dengê min heba.

 

Abdullah İncekan (1977) nivîskar û zimanzanekî Kurd e.

Li dû xwendina mekteba seretayî li Erzurumê, wî koçî Almanyayê kir.

Li zanîngeha Essenê wî beşên Germanistik, Turkolojî, Pedagojîya Înterkulturel û Almanî wek Zimanê Dudiyan xwendin û teza masterê li ser gramera Almanî û Kurdî kir.

Abdullah İncekan hetanî gelek kitêb weşandine. Ew zewicîye û bavê du zarokan e.

Derbar Rêvebir

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply