2. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Ş. Deniz Firat

2emîn Pêşbirka Çîrok û Hel­bestan a Ş. Deniz Firat ji alîyê Yekîtiya Xwendevanên Azad “YXA” ve tê li darxistin.

Pêşbirka îsal wê ji bo şehîdên Kurdistanê bê pêşkêş kirin .

Pêşbirka îsal di 22yê Nîsana 2016an de dest pê kir û kesên bixwazin beşdarî Pêşbirkê bibin divê heta 25ê Hezîrana 2016an berhemên xwe bişînin naven­da saziya ciwanan a Mexmûr’ê.

Merasîma 2emîn Xelatên Wêjeyê yên Ş. Deniz Firat wê di 8ê Tebaxa 2016an de li wargeha penaberan a mexmûrê pêk were.

Zimanê Tevlîbûnê;

  • Kurdî(kurmancî, zazakî, ­so­ranî), Erebî û Tirkî ye.

Mercên Pêşbirkê:

  • Divê berhem berîya pêşbirkê li tu cihî ne hatibin weşandin.
  • Beşdar dikarin di beşa helbestan de herî zêde bi 2 helbestan û di beşa çîrokan de jî bi çîrokekê beşdar bibin.
  • Beşdar divê berhemên xwe tevî kurte jîyana xwe herî dereng heta 25ê Hezîrana 2016an bi rêya E-mailê bigihînin destê me.

Navnîşan:

Derbar Rêvebir

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply