Şemî , 26 Îlon. 2020

Êl, Feodalîzm û Leqat

“Dîroka gelekî, bîra welatekî ye, bîra welatekî dîroka gelekî ye”
Dema ku mirov beşa ewilî welew destpêka romanê dixwîne mirov dibêje qey tu di nav tabloyên emprestyonîst de digere, welew mirov dibêje qey tu li tabloyeke Empresyonîst temaşe dikî, feqet paşê kitekitên emresyonîzmê kêm dibin û roman vediguhere romaneke dîrokî ya qlasîk…kitekitên hûrûkûr di hundirê tabloyeke emprestyonîst de şewateke gelekî (miletekî) xwe dide der. Gelemperiya romanê çavkaniya xwe ji rihê kurdî wergirtiye. Dema ku ez dibêjim “rihê kurdî” ez qala dîrok, çand, ehleq, orf û adetên kurdî gişî dikim. Tiştên ku zû bi zû nayên guhertin. Yanê mirov hemû çanda kurdayetiyê û kurdewariyê di vê romanê de dibîne. Romaneke qlasîk e, paşê di dawiya romanê de hinekî vediguhere nûjeniyekê. Di romanê de mirov di serdemên kevnare û di qul û kewarên dîrokê de dipêle… Di beşa duyemîn de, roman li ser serdema Şêx Seîd û hevalên wî yê têkoşer rawestiyaye, paşê hemû beşên din ên romanê li gorî vê beşê tên teşekirin. Qehremantiya Şêx Seîd, heval û hogirên wî di vê beşê de mijareke sereke ye. Têkoşîn û têkoşeriya wan a li dijberî dagirkeran bi awayekî epîk hatiye hûnandin. Wehşetiya dagirkeran a hovane bi şêwazeke tund li ber sifreya çavên me raxistiye. Serlehengê me ‘Hesê’ ye û neviyên Hesê ne, ji ber ku roman bi Hesê dest pê dike û bi neviyên wî Hêja Hesê diqede. Hesê bi awayekî di şerê dagirkeran de xwe xilas dike welew dijber dijderketina dagirkeran xwe difilitîne. Di vî şerî de Hesê Pismamê xwe Elî bi destê xwe binax dike, di şikeftkekê de bi dizî vedişêre, ji ber ku di wê serdemê de hema hema kî bihata girtin encam kuştin bû, heçî serîrakiribûn encama wan bi şêwaze hovane kuştin bû loma jî veşartin û rev giş bi awayekî dizî ango veşartî pêk dihat. Armanca vê serhildanê Amedê bi destxînin feqet dijmin bi awayekî hovane û xedar êrîşî wan dikin, mixabin encam dibe têkçûn. Di vê dijderketinê de Elî birîndar dibe, gelek hevalên Şêx Seîd birîndar dibin û gelek jê tên kuştin paşê ew û hevalên xwe vedikêşin. Piştî Elî birîndar dibe û gelek hevalên wî tên kuştin şûnde ji bêgavî vedikêşin, Elî jî bi xwe re dibin feqet her diçe rewşa Elî xirab dibe, herî dawiyê jî Hesê wî vedişêre, dema ku pismamê xwe vedişêre Hesê diçe bîranên xwe û wî. Di vê beşê de behsa dengbêjan, Siyabend û Xecê jî tên kirin loma jî roman hem qlasîk e, hem jî epîk e. Roman hem çandî ye, hem jî trajîk e, ji ber ku gelek dîmenên trajîk di hemeza romanê de hebûn. Di romanê de stargeha Şêx û hevalên wî çiya bûn, çiya timî bûye stargeha kurdan, çiya hişk in, saxlem in û xwediyê xwe xweş diparêzin, çiya ne xayîn e, ne neyar in, çiya dilsoz in, xwedîdilsoz in, hemêza xwe heta dawiyê ji xwediyê xwe re vedike. Çiya bilind e, loma jî kurd zîrekbûnin û xwe li sexlemiyê girtine bilindahiyê û li cihê ewledar girtine. Ev baqilbûna wan xuya dike. Di romanê de şûr û qelemê berawirdî hev dike, talî roman, zanîn û başbûna qelemê bêtirîn dipêşîne.

Piştî wextekê şûnde Hesê bi Fatimeyê re dizewice, Fatîme berî ku bi Hesê re bizewice bi Osman re zewicî bû, feqet piştî zewacê Osman diçe leşkeriyê û venagere, jixwe ên ku di wê serdemê de biçûna leşkeriyê ya direviyan ya jî venedigeriyan. Paşê Hesê bi awayekî mecbûrî li Fatimeyê û qîza Osman xwedîderdikeve, keça Fatma Meryemê nexweş dikeve û dimire. Hesê hîna jî ji ber leşkeran direve û xwe vedişêre, di vê rêwitiya Hesê û Fatma de Meryem dimre û hema ji neçarî li wê derê binax dikin. Hesê yekî jîr e, zana û baqil e, hema hema ji her tiştî fêm dike loma jî dema ku diçe ku derê li wir dibe xwedî qedr û qîmet. Gel gelekî jê hez dike. Esil carinan neçarî dibe sedema afirîneriyê û pêşketinê. Piştî wextekê hevalên Hesê du heb tên wî dibînin, paşê bi dizî tên cem wî, ji ber ku ew jî ji ber leşkeran direvin. Tên xwarina xwe dixwin, hinek xwarin bi xwe re dibin û berê xwe didin stargehên xwe yanê çiyayan, talî hinek wan îxbar dikin û di şerekî pir dirêj û dijwar de tên kuştin, Hesê jî ji ber ku neçûbû alîkariya wan di binê barê ezabê xwe de dieciqî, dilteng bûbû feqet tiştekî bikira tune bû, heke biçûya alikariya wan ji mirinê nedifilitî. Welhasil dîsa bêtifaqî û xayîntî di romanê de mijareke sereke ye. Mihemedê porsor birayê Hesê yê biçûk e, piştî Mihemedê biçûk nexweş dikeve şûnde, ji bêgavî û ji neçarî divê bi jinbiraya xwe re bizewiciya an na divê bida hinek kesên din, feqet li gor çand û orf û edetên wan divê birayê wî pê re bizewiciya, talî birayê wî Mihemedê porsor dimire û Hesê ji bêgavî bi destgirtiya birayê xwe yê biçûk re dizewice. Piştî Hesê û Eyşe dizewicin şûnde, Fatimeya Hesê di bêvla Eyşeyê de tîne, Fatime agir bera dawa xwe dide, her roj zilmê li Eyşeyê dike. Fatimeyê li serê Eyşeyê bûbû agir, nedihişt biçek hilm bistîne, halbûkî Fatimeyê di jiyana xwe de gelek zehmetî, birçîbûn û zordarî dî bû, divê hîna dilrehm-dilnerm bûya, esil dexsbûn carinan hest û aqilê mirov diguherîne, dexsbûn hestek baş e, feqet tu awayekî bikêr bikarbîne baş e, an na guleyeke tekoderb e, mirovan li erdê dike tert… Divê Fatimeyê ji paşeroja xwe ders wergirta, wer xuya ye carinan serpêhatî, ceribandin û paşeroj jî pere nake û ders jê nayê wergirtin. Piştî wextekê şûnde zarokekî Eyşê çêdibe û navê wî jî dikin Cemîl… helbet piştî bi jinbira xwe re dizewicîne şûnde divê têgeha namûsê welew Feodalîzm bê nirxandin. Di serdemên kevn de têgeha namûsê herdem li ser kesan û civakê serlenheng û deshilatdar bû, feqet niha jî ne kêm e. Namûs jî koka xwe ji feodalîzmê werdigire. Kurd di hundir de, di navxweyî de, di mala xwe de çiqas xwe û rihê xwe ji feodalîzmê rizgarkiriye, çiqas nûjen e, çiqas demoqrat in, roman vê pirsê ji me dike. Di galegalan, di nîqaşan de, di konferansan de, di qadan de, li dibistanan, di nav hevalên xwe de bi gotegot û nîqaşan de em demoqrat in, em nûjen in. Îcar di çalakiyê (pratîkê) de gelo em çiqas demoqrat in û nûjen in, vê pirsê ji me dike romana me ya “Leqat”ê… Gelo em tenê di gotebêjan, vebêjan, daxuyaniyan de hwd de demoqrat in, nûjen in û ne feodal in, dipirse Leqata me, welew Leqata me dixwaze vê bi me bide hîskirin. Îcar dema ku mirov li ser têgeha namûsê dihûrhûr e, mirov fêm dike ku em ew qasî di pêş ve neçûne, mirov dema ku hevdiliyênê (empatî) pêk tîne an jî dema ku mirov heman rewşê tîne ser xwe çiqas dijwar tê, kurd nikarin ragirin, ragirtina namûsê ne ew qas hêsan e, ji ber ku feodalîzm di rihê me de hatiye lehîmkirin, esil ne lehîmkirî ye.  Ji lehîmkirinê wêdetirîn e. Bi gotin û vegotina hêsan e, mirov bêje ez demoqrat im, nûjen im û nizanim çi û çi bi gotin û vegotina mirov dikare xwe bike Xweda jî, gotin xetere ne, desthilatdariyê li ser serê ramanê dimeşîne, ziman jî alaviyê jê re dike, feqet gotin jî hîna ji ramanan ducanî dibe feqet gotin û raman pevre xayîn dikevin… Di Leqatê de rastiya jiyanê, rastiya mejî û ramanan bi hev vedide, li hev nakin carinan. Esil romana me xwestiye karekterên feodal û yê nûjen destnîşan bike… îcar gelo karekterên roman û çîrokên kurdî feodal in an jî nûjen in? Loma jî Leqat dibêje gelo me hîna tu tişt nehundirandiye, ên me tenê qalikên ser in. An jî tenê ji dîmenan pêktê…vê pirsê ji me dike leqat “Qalik an jî Kakil”

Taliya talî Hesê dimire û sermiyanê malê Cemîl dimîne, ev tê vê wateyê ku rêbertî an jî rêvebirin li gorî êlbûnê bi rê ve dibe. Jixwe roman li ser bingeha êlbûnê rawestiya ye û karekterên me jî li gorî êla xwe tevdilivin, loma jî karekterên me feodal in, jixwe êl jî bingeha xwe ji feodalîzmê werdigire. Êlbûn hêlên wê yê baş  jî hene, ên xirab jî, lê piranî xerab e. Helbet divê tiştên ku bên nirxandin û rexnegirin, divê li gorî serdema ku tê de hatiye jiyandin bên nirxandin. Ji ber ku her tişt tên guherandin û vediguherandin. Lewma hewante Heraklîtos negotiye “tu du caran nikarî xwe di heman robarê de bişo” li gorî serdema xwe Hesê karekterekî gelekî çêker, kêrhatî bû. Îcar roman li ser milê Cemîl didome. Cemîl jî bi Helîmeyê re dizewice ew jî mîna bavê xwe, li gorî kevneşopên berê dizewice. Feqet Cemîl ji gund bar dike û tê Amedê, feqet jiyana bajaran û ya gundan helbet ne wekhev in. Li bajaran fen û fût welew deq û dolab pir in, jiyana gundan bêtirîn xalî ye, xwerû ye û xwezayî ye. Loma jî Cemîl her tiştên xwe winda dike, bajarî wî rût dikin. Di nav fiêlên bajariyan hemû milkê xwe hema hema winda dike. Cemîlê dewlemend êdî deyndar bûbû. Paşê hêdî hêdî fêrî jiyana bajar dibe û bi serxwe ve tê, ev beş jî wilo didome. Beşek jî li ser kuştina Wedat Aydin û ên ku çûbûn pêşwaziya wî… roman kana xwe ji realîteyê wergirtiye, yanê roman bi genimê realîteyê hatiye hêrandin û bi hûnandineke xeyalî nanê xwe çêkiriye. Roman li ser bingeha rastiyê kevirên dîwarên xwe dirêzîne, sewaxa xwe jî bi awayekî badekî dirêsîne.

Di romanê de “dexsbûn, êl, feodalîzm, serîrakirin, tifaqbûn û netifaqbûn têgehên sereke bûn. Îcar a ku xerabiyê dihewîne êlbûn e, an jî dexsbûn e welew feodalîzm e. Taliya talî giş li gorî xwe başbûn û nebaşbûnê di dawa kirasê xwe de xwedî dike. Ya girîng tu bi çi awayî, bi çi şêwazê bikartîne ango erênî an jî neyînî. Leqat vê pirsê ji me re dike û li bersiva wê digere.
Di beşa herî dawiyê de neviyê Hesê bi dû şopa êla xwe dikeve, li dû şopa kok û esasê xwe digere. Li ser kok û esasê xwe lêkolîniyê dike û dinivîsîne. Talî roman ji êlêkê dest pê kir, paşê bi bavekî û heta neviyên êlê ango heta Hêja Hesê berdewam kir û qediya…

Roman ji hêla mekanan ve jî dewlemend bû, ji Çiyayê Mazî bigre heta Çinara Rengîn, heta Amedê, Stenbolê wilo berdewam dike.
Welhasil;

Romaneke dîrokwarî ye, kana xwe ji kaniya dîrokê werdigire, kurdî, çanda kurdî, êlên kurdî, ji serdestan bigrin heta îro… îcar çand li dijber guhertin û veguhertinan neqebeke asê ye, hîmekî hişk e. Dijwar e mirov derî çanda xwe bijî, an jî bi awayekî dinê jiyana xwe bidomîne. Karekterên romanê ji Hesê bigre heta neviyên wî Hêja Hesê tim di nav guhertin û veguhertinan de dipêle, feqet asê ye çand, dijwar e. Ji ber ku feodalîzm di rihê her kurdî û karekterên romanên wan de hene, bi awayekî eşkere an jî veşartî ferq nake. Feqet rêjeya feodalîzmê helbet li cem herkesî ne yek e, hinek jê pir pê re hene hinek jî hindik pê re hene. Feqet kêmzêde di her kurdî de heye, ji ber di xwîna wan de heye, mîna vîrûsekê ye. Xwe bera rîçalokên wan dane, dîsa vê pirsê  ji me re dipirse Leqat… heger ku yekî ku rihê feodalîzmê ji xwîn û rihê xwe derxistibe, ew kes kesên azad in, xweser in û kesên awarte ne. Loma jî bêhna feodalîzmê ji karekterên me jî tên an na? Leqat dipirse gelo bêhna feodalîzmê ji nivîskarên me jî tên an na? Yan jî tenê ji karekterên me tên? Welew hem ji romanûs, çîroknûs û hem jî ji karekterên wan tevan tê? An jî nivîskarên me dixwazin bi saya karekterên xwe feodalîzmê destnîşan bike? Gelo kîjan rast e?

Taliya talî romanek çavkaniya xwe ji kaniya êlbûnê, feodalîzmê û serîrakirinê-serhildanê stendiye.
11.12.2018

Çorê ARDA-Diyarname

Derbar ziman

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Pirtûka Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê Ya – Osman Özçelik

1-Tim navroj e, mela banga nimêja nîvro dike. Ez bi xemginîyeke kevnar ketime canê xwe. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.