Duşem , Berfanbar 17 2018
Home / Wêje / Çîrok / Ji Bo Rewşa Kurdan Mînakeke Balkêş: Manqurt

Ji Bo Rewşa Kurdan Mînakeke Balkêş: Manqurt

Tê gotin ku wextekê bi navê Juan-Juanan gelek hebûye, gelekî bêûjdan û bêrahmet. Ev gel, welatê Sarı-Özek’ê dagirdikin û kesê ku dîl digrin, îşkenceyeke ku nayê aqila bi wan dikin. Carna van hêsîranan difroşin welatên cîranê xwe. Tê gotin ku evana bextiyarbûn ku dihatin firotin, lewra îşkenceyek mezin û ecêb, bi ew kesên ku ji ber ciwanbûn û xurtbûna xwe ku ew nedifirotin, dikirin. Pêşî serê van xortanan rût dikirin, ta bi ta porên wan radikirin. Di eynî wextê de jî, qesabek li kêlekek din deveyekê diavê erdê, serjê dike. Ji çermê deveyê ciyê herî stûr, çermê stuyê wê bûye, ji wir dest bi gurandinê dikirine. Vî çermê ha dikin parçe parçe û teze teze li serê rûtkirî yê xortan dipêçandine. Ji vêya re “îşkenceya çerm derbaskirinê”  digotine. Ew ciwanên ku duçarî vê îşkenceyê dibûne, ya dimirin ya jî hafizaya xwe bi tevayî windadikirin, ango dibûn manqûrdek. Tê gotin ku ji stuyê deveyekê têra pêçandina serê pênc şeş xortan çerm derdiket. Jê û pêve, ji bo ku hêsîr serê xwe bi erdê nexin, qalibek text çêdikirine û bi serê wan ve girêdidan û ji bo ku qîrîniya wan ya ji ber îşkenceya ku didîtin neyê bihîstin jî bê xwarin û vexwarin, li ber qiyala nîvroya rojê çend rojan ew dihiştin. Yek ji van hêsîrên ciwan û xurt ku ew dikirin manqûrd, kurê Nayman Ana’yê bûye.

xxx

Tê gotin ku, ew hêsîrên ji bo ku bibin manqûrd ku bi rojan di bin tîna roja welatê Sarı-Özek’ê de diman, gellek ji wan dimirin, ji çar pênc kesan yek ya jî du kes sax difilitîn. Yê ew dikuştin ne birçîbûn ya jî tîbûn bûye, ji vê bêhtir ew çermê deveyan ê ku pê serê wan girêdidan bûye. Lewra ew çerm, gava hişk dibe tê serhev û êşeke ecêb bi wan re çêdike, ev jî dibe sebeba mirina wan. Ji hêlekê de çerm tê ser hev û ji hêla din de jî mûyê porê wanî ku şîn tê, di çermê serê wan re radibe. Di encamê de manqûrd ya dimrin ya jî aqil û hişê xwe bi tevayî winda dikin.

Tê gotin ku Juan-Juanan roja îşkenceyê ya pêncemîn tên li mankûrdan mêze dikin ka saxin an jî mirîne. Yek bi tenê jî xilasbûba Juan-Juanan xwe bextewar didîtin. Radihiştin manqûrdê ku hişê xwe windakiriye, qalibê ku bi serê wî ve girêdayiye derdixistin, xwarin û vexwarin didanê. Hêsîr bi demê re dihat ser hişê xwe û hêza xwe top dikir. Lê ew êdî dibû manqûrdek. Ew dibû koleyekî wisa ku bedelî deh koleyên li bazaran dihat firotin. Heta di nav Juan-Juanan de edetek hebûye ku di şerekî de gava manqûrdek dihat kuştin, xwîna ku di berdêla wî de dihat stendin, berberî sê qat xwîna mirovekî azad bûye.

Kesê ku dibû manqûrd hew zanîbû ku kî ye, ji kîjan berê ye, dê û bavê wî kî ne. Dev heye, ziman tune;efendiyê wî bibêje çi wê dike, mîna heywanekî. Heywanekî wisa bin emir, revê jî nafikire. Ji efendiyekî re tirsa herî mezin, serhildana koleyane. Lê manqûrd afirînêrên yekane bûne ku serhildan nedihat bîra wan. Afirînêrên mîna kuçik sadikê efendiyê xwe, di bin emrê efendîyê xwe de bûne, ji têrbûna zikê xwe pê ve tu tiştekî  din nedifikîn. Kîjan karê zahmet û qirêj hebû, bi sebreke mezin, bê deng dikirin. Li hember germa çola Sarı-Özek’ê ku  pir dijwar bû, encax kesên dibûn manqûrd karîbûn  debar bikin. Ji ber vê yekê, li vir çêra deveyan karê manqûrdan bûye. Li vir, li vê çolê manqûrdek berberî du sê kesan bûye. Xwarin û vexwarina wî hebûya bê gazin karîbû havîn û zivistan li vir derbasbikira. Ev rêbazî yanî manqûrdkirina mirovan ji hêla gelê koçber, Juan-Juanan hatibû peydakirin, rêbazek ku di dîroka mirovahiyê de bi wahşetbûna xwe bêhempa ye.

Nayman Ana jî yek ji wan kesan bû ku lawê wê weke kolakî ketibû destê Juan-Juanan. Ji Nayman Ana’yê re gotibûn ku lawê te di şer de hatiye kuştin. Lê rojekê hin bazirganên ku çola Sarı-Özek’ê derbaskiribûn û hatibûn li bin çadirek karwanan ya ji bo bêhnvedanê  rûniştibûn, bahsa manqûrdekî ku li çola sarı-Özek’ê dîtibûn, kiribûn. Nayman Ana’yê jî li bin wê çadirê li van bazirganan guhdarî kiribû. Her çiqas jê re gotibûn lawê te hatiye kuştin jî, hisekê di hundirê Nayman Ana’yê  de demeke dirêje jê re digot lawê te sax e. Piştî van gotinên bazirganan, hêviya ku lawê wê sax e û tirsa ku lawê wê bûye manqûrdek dîsa di hişê wê de dizinde. Kurmek dikeve hundirê Nayman Ana’yê ku ew manqûrdê ku bahsa wî hatibû kirin ka lawê wê ye an na. Ji bo ku dilê xwe di cîh xe, biryarê dide ku here çola Sarı-Özek’ê.

Nayman Ana’yê, dest bi haziriya çûna çola Sarı-Özek’ê dike. Du tuluman tije xwarin dike. Avê jî bi xwe re dibe, lewra Sarı-Özek çolek wisa bû ku diviyabû av lê peyda nebûya. Ji bo vê yekê du tuluman jî tije av dike. Deveya ku wê lê siwar bibûya, Akmaya jî amade kiribû. Ev deveya hem rêhevala wê bû, hem jî hêviya wê.  Deveyek mîna Akmaya xurt û bi lez dimeşiya tunebûya dê çawa têketa rêya ew çola xalî ku bê serî û bê dawî bû. Bi stuyê xweyî xurt û dirêj, bi serê xweyî narîn, bi firnikên xweyî ku gava bêhn distend û berdida mîna basikê pinpinîkê vedibûn û dihatin girtin û bi rengê xweyî spî, Akmaya, berberî keriyekî bûye.

Di berbanga sibehê de, Nayman Ana ji çadira xwe derket. Ji bo rêwîtiyê her tişt amade bû. Nayman Ana, her çiqas ciwaniya xwe winda kiribû jî, bedewbûna xwe hîn winda nekiribû. Jinek tenik û dirêj bû, li ser xwe bû. Li gor rêya dirêj xwe girêdabû. Çîzmeyên xwe derbasî lingên xwe kiribû, qayişa xwe li nava xwe girêdabû, yêlekek bera ser fîstanê xwe dabû, şelwerekî fireh li xwe kiribû û mantoyek avêtibû ser milên xwe. Çîtek spî jî li serê xwe gerandibû. Madem hêvî dikir ku lawê wê sax e, wê gavê ne pêwistbû ji nuha ve çîta reş bide dora serê xwe. Heger hêviya xwe ji lawê xwe bibirîya wê wê wextê çîta reş girêbida û heta ku sax bûya jî wê hew danîya. Di vê berbanga sibehê de kelogirî bû. Gelo di aqilê wê re derbasbûbû ku rojekê wê têkeve rewşeke wisa.

xxx

Deveya spî, Akmaya, ev bi rojan e ku di car û newalên çolê re dimeşiya, dimeşiya. Nayman Ana’yê di kela kerma vê çolê de deveya xwe,  bê rawestandin diajot. Hew gava ku li bîrek avê rast dihat û bi şev radiwestîya. Wexta dibû sibe-nedibû sibe dîsa dest bi rêwîtîya xwe dikir. Li benda dîtina keriyekî deveyan bû ku hêvîdikir ku lawê xwe bibîne. Nayman Ana,  ev du roj e ku li devera geliyê Malakumduçap bû. Vê derê, ew cîh bû ku bazirganan gotibûn ku me li wir manqûrdek tev keriyê deveyan dîtiye. Ev du roj bû ku ew li dora geliyê Malakumduçap ku bi kîlometreyan dirêj dibe, bi hêvî, digeriya û ji aliyekî de jî bi xof bû ku rastî Juan-Juanan bibe. Geriya û geriya, bi tenê çola dûr û dirêj dît. Çol û leylan…

Carekê di nava leylanê de bajarek dît. Camiyên wê, minareyên wê û keleha bedena wê dixwiya. Hêvîyek mezin pê re çêbû, Akmaya da çargava. Dibû ku lawê xwe li bazara bajêr ya koleyan bibîne.  Wê ew bikiriya û ew û lawê xwe dê berê xwe bidana gundê xwe. Lê çi fêde, ev leylanek bû.

Nayman Ana ne li keriyên deveyan rast dihat , ne jî li şopa wan. Tirsek kete dilê wê: ya kerî ji vir çûbe çêrgehek din? Ya Juan-Juanan deveyên xwe firotibin, wê gavê wê lawê xwe çawa bidîta? Nayman Ana gava ji gund derketibû û dabû rê, xwestekek wê tenê hebû: Bila lawikê xwe bi sax bidîta, çawa ew didît bila bidîta. Tu dixwaze bila bûba manqûrd û her tiştê xwe; xwe, paşeroja xwe, her tişt winda kiriba; bes bila sax bûya… Lê nuha li vê çola Sarı-Özek’ê, her ku nêzî cihê ku wê şivanê keriyê deveyan bibîne dibû, xofek jî diket dilê wê ku rastî xortekî bêmejî, xortekî ku xwe û paşeroja xwe ji bîr kiriye, bibe. Û amadebû ku xwe biavêje Xwedê ku xortekî wisa ne lawê wê bûya.

Nayman Ana’ya ku bi van hestên nakokî rêya xwe dom dikir, paşî ku kendalekî nizm qulupand, ji nişka ve rastî keriyekî deveyan hat. Keriyê deveyan di hundirê gelî de belav bûbûn, bi çêra gihê û jêkirina serê sitiriyan gêr dibûn. Nayman Ana, Akmaya da lezandin û dawiyê da çargava. Ji hêlekê de kêfek diket hundirê wê ku lawê xwe bibîne û ji hêla din jî de xofekê xwe bera bedena wê dida ku mîna manqûrdekî çav li lawê xwe bikeve.

Nuha kerî li hember wê bû. Lê ka şivan? Şivan li kuye? Ha, belê waye li wir e. Ji dûr ve rûyê wî xweş ne dixwiya. Darekî dirêj di dest de bû. Deveyek bi semer û eşya tê de li cem bû; di bin sîpera şewqeyê ku heta daxistibû nava çavên xwe de, bi awayekî aram, li deveya xwe mêze dikir.

Nayman Ana gava nêzî şivan bû, naskir ku kurê wê ye, lê hîn fêm nekiribû ku ka rewşa wî çawaye. Xwe ji nişka ve li erdê dît. Rabû ser xwe. Qêrînî pê ket:

  • Kurê min! Berxikê min. Ez li her derê li te digeriyam. Ez diya te me!

Lê di heman wextê de jî rastiya nebixêr fêm kiribû. Hêsir mîna baranê ji çavê wê diherikîn, xwe li erdê dixist, hew zanîbû dê çawa bike. Xwe avêt nav milên lawê xwe. Law, bêreaksiyon, werê ji xwe re li wê mêze dikir. Di nav hêsirên ku nikarîbûn ew bisekinanda, di nav porên xweyî gewrbûyî ku ketibûn nav çavên wê ku şil bûbûn de; li ruyê kurê xwe, li xetên wî ruyê ku naskiribû mêze dikir. Hêvî dikir ku kurê wê, wê binase. Ma  tu tişt jê hêsantir heye ku kurek diya xwe nas bike?

Tê bigota qey ev jin her roj tê wî ziyaret dike; Şivan ne jê re got tu kî ye û ne jî ji bo çi tu digirî. Piştî ku hebekî werê rawestîya, dawiyê destê jinikê ji ser milên xwe daxist û meşiya hêla keriyên deveyan yê din ku li torimê deveyan mêze bike ka ji kerî bi dûr ketine ya na.

Nayman Ana, li cihê ku rawestiyabû, bi çogan çû erdê. Destê xwe bir ser çavê xwe û bû îske îska wê. Paşê, dîsa rabû berê xwe da lawê xwe. Law ferq dike ku ew tê ba wî, lê di nav çavên xweyî ku di bin şewqeyê ku bi serê xwe ve esirand de bû de, bê wate lê dinêrî. Mêze dikir, lê çavên wî vikî vala bûn.

Nayman Ana hat ba lawê xwe û keserek kûr hilanî:

  • Wer em li vir rûnên û hebekî ji xwe re biaxivin, got, li erdê rûniştin.
  • Te ez naskirim?

Manqûrdî bi mana “na” serê xwe hejand.

  • Navê te çiye?
  • Manqûrd
  • Ev nav, navê te yê nuha ye. Yê berê çiye? Navê xweyî rasteqîn bîne bîra xwe.

Manqûrd bêdeng ma. Qet nediaxivî. Ji tevgera wî xwiya bû ku dixwest bîne bîra xwe, lê dîsa dixwiya ku dîwarekî stûr dibû asteng li hember vê xwesteka wî.

  • Başe! Bavê te tê bîra te? Navê bavê te çi bû? Tu kî ye? Ji kîjan gelî ye? Hîç nebe, cîhê ku tu lê çê bûye, welatê xwe bi bîr bîne…

Na, Manqûrdî qet tu tişt nedizanî, qet tu tişt ne dihat  bîra wî.

  • Wax kurê min, çi anîne serê te!
  • Ji mirovekî mal û milkê wî, çi tiştê wî hebe dibe ku bê stendin, got ji xwe bi xwe re, lê mirov dikare hişê însanan ji wan bistîne, cinayetek wisa dibe? Hey Rebbê ku riziq dide! Eger tu hebî, te çilo fikirek wisa xist aqilê mirovan? Li ruyê erdê qey tu nebaşî û zilmên din nemabûn!

Tu tevger û refleks li dor Manqûrdî peyda nedibû. Naymana Ana’yê vê carê jî xwest bi hin rêbaznan bîne bîra wî û jê re bahsa paşeroja wî kir:

  • Navê te Colaman e. Deng tê te? Tu Colaman î. Navê bavê te Dönenbay bû. Bavê te jî tê hişê te? Di zarokatiya te de avêtina tîran hînî te kir. Ez jî diya te me, tu jî kurê min î. Tu ji qebîla Naymanan e. Tu fêm dikî. Tu xortekî Naymanîye…

Manqûrdî, zerre misqal bertek rê peyvên jinikê nedida û bi xemnexwrî lê guhdarîdikir. Tê bigota qey tu qîmeta van peyvan tune bû.

Nayman Ana’yê ji lawê xweyî manqûrdî pirsî:

  • Beriya ku tu were vir, çi tişt bûn?
  • Tu tişt nebû.
  • Bi şev bû, ya jî bi roj.
  • Ne tiştek bû.
  • Tu dixwaze bi kê re bipeyivî?
  • Bi hîvê re. Lê dengê me nare hev. Li wir yekî rûniştiye heye.
  • Jê pê ve tu çi dixwazî?
  • Mîna efendîyê xwe, min dixwest porê min î hûnandî hebe.

Nayman Ana’yê destê xwe dirêjî serê manqûrdî kir.

  • Serê xwe dirêj bike, bê çi anîne serê te, ez bibînim.

Manqûrd ji nişka ve paşde vekişiya. Şewqê xwe bi serê xwe ve dewisand. Berê xwe bi hêla din vekir, li ruyê diya xwe jî nedinêrî.

Di vê navberê de, ji dûr ve, zilamekî ku li deveyekê bû ku ber wan ve dihat, xuya bû.

  • Kî ye ev yê tê? got Nayman Ana’yê.
  • Ji min re xwarinê tîne.

Nayman Ana ket nav telaşê. Ji bo ku kesê Juan-Juan wê nebîne, li deveya xwe siwar bû û ji wir çû. Ji kerî bi dûr ket, xwe di gelîyekî kûr de ku li berwara wî komik komik pelîn hebûn de veşart. Zilamekî Juan-Juanî Nayman Ana li hinda lawê wê dîtibû.  Her çiqas bi dû ket jî di hundirê gelî de ew nedît. Gava kesê Juan-Juanî li Nayman Ana’yê digeriya, di ber wê re derbas bûbû.  Kesekî mahd tirş bû. Nayman Ana’yê bi xwe bi xwe re got: Ev kesana di kîjan şertan de dijîn ku were  wahşî û hovin ku bi bêûjdanî mejiyên van kesên ku digrin dişon.

Nayman Ana’yê, ew şev, li wê çolê, bi tena serê xwe derbaskir. Wê şevê Nayman Ana’yê, biryar da ku lawê xwe ji vir bibe. Bila manqûrd be, bila tiştekî fêm neke, dîsa jî li welatê xwe li nav gelê xwe be, çêtire ji Juan-Juanan re şivantiyê bike. Lawê wê, piştî ku vegere welatê ku lê çêbûye, belkî jî, aqilê wî were serê wî, zarokatiya xwe bi bîr bîne…

Piştî ku bû sibe, Nayman Ana li Akmaya xwe siwar bû, ji dûr ve, ji kêlekê de lê zîvirî, xwe gîhand kerî. Berîya ku nêzî kerî bibe, ji dûr ve mêze kir ka Juan-Juanî li wire ya na. Paşî fêmkir ku ne li wire bi navê lawê xweyî rasteqîn bang kirê:

  • Colaman! Silav Colaman!

Ku Manqûrd zîvirî û lê nêrî, ji kêfa qêrîn bi jinikê ket. Lê di heman demê de jî fêmkir ku kurê wê ne ku ew naskiriye ya jî navê xwe bibîr aniye zîviriye, bi tenê ji ber ku dengek hatibûyê.

  • Navê te tê bîra te? Bîne bîra xwe kurê min… got bi lavahî.
  • Bîne bîra xwe lawê min, navê bavê te Dönenbay bû. Ma te ji bîr kir? Navê te jî ne Manqûrd e… Colaman e navê te. Colaman! Me ev nav li te kir, ji ber ku tu bi rê de, di koçberiyek mezin a Naymanan de çêbû. Li cîhê ku tu lê çêbû, me sê rojan qonax vegirtin, me sê roja şahî lê çêkir.

Ev peyvanan hemû, tu tişt ne tanîn bîra Manqûrdî. Nayman Ana dipeyivî, dipeyivî lê vala bû, dîsa jî tu tişt nedihat bîra wî.

Dawiyê bi xwarina ku bi xwe re anîbû, zikê lawê xwe têr kir, av pê vexwarkirin da, jê re lorîn gotin. Manqûrd pir kêfxweş bûbû bi van lorînan. Ruyê wî vebû, nermbûnek şêrîn xwe bera ser hinarkên ruyê wî da. Diya wî jê xwest ku pê re herin gundê xwe, ji vî welatî bi dûr bikeve.

Di heman demê de Nayman Ana’yê dît ku Juan-Juanek nêzî wan dibe. Vê carê hîn nêzîktir bû. Nayman Ana rabû, li deveya xwe siwar bû û bi hêla din ve deveya xwe ajot. Lê Juan-Juanekî din derket pêş wê. Vê carê di navbera her duyan re deveya xwe da çargava û bi dûr ket. Juan-Juanan pê ketin, lê gava fêmkirin ku nagihîjinê paş ve vegeriyan. Rebena dê wê di kure zanîbûya ku di vegerê de lêxistineke ku nêzî wî bikujin li lawê wê kirine. Ji hêlekê de lê dixistin, ji hêla din de jî pirsa jinikê dikirin:

  • Ez nizanim, dibêje ez diya te me.
  • Na xêr, ne diya te ye, diya te tune! Tu zane ew ji bo çi hatiye vê derê? Ew jî dixwaze şewqê te ji serê te derê û serê te buxar bike! Ji bo vî karî hatiye vir!

Manqûrdê ku ev peyvên ha bihîst, ji tirsa ruyê wî zer bû. Stuyê xwe kişand hundirê milên xwe û bi herdû destan, bi şewqê xwe girt, bi serê xwe ve dewisand.

Ji Juan-Juanan ê temenmezin:

  • Hadê, êdî netirse! Ha ji te re vanan! got.

Bi vê gotinê re, tîr û kevanek xist destê Manqûrdî.

  • Hadê nîşanê bistîne! Lêxe hela!

Û tîr, şewqeyê ku bi hewa ketibû qulkir û derbasbû.

Nayman Ana, mîna çûkê ku ji hêlîna xwe hatibe tirsandin, di çola Sarı-Özek’ê de, direviya wê hêlê û vê hêlê û hew zanîbû wê çi bike. Ji nişkê ve dît ku herdû Juan-Juanî ji kerî bi dûr ketin û çûn. Pir kêfa Nayman Ana’yê hat.

Di dilê xwe de digot, ezê kurê xwe ji vir bibim, çi hatibe serê wî hatiye, dêmek qedera wî wisa bû. Diya wî wê ew mîna kolakî li vir nehişta.

Nayman Ana bi van ramanan nêzî kurê xwe bû. Lê li ba deveyan tu kes nedixwiya. Şivan ne li wir bû. Gelo bi kude çûbû?

  • Colaman! Colaman! Tu li kuyî, kurê min? got bi qêrînî, Nayman Ana’yê

Kesî bersîv neda, kesê dixwiya tune bû.

  • Colaman! Tu li kuyî? Ez hatim, ez, diya te! Tu li kuyî?

Nayman Ana’yê, gava bi meraq li der dora xwe mêze dikir, haya wê jê tune bû ku lawê wê yî manqûrd di paş deveyekê de, bi çogan runiştiye û tîrê xwe vezelandiye, xwe amade kiriye ku tîr biavêje. Tîrêja rojê diket çavê Manqûrdî, dibû asteng ku tîr biavêje.

Nayman Ana’ya ku ditirsiya ku tiştek hatibe serê kurê wê, bangkirina xwe dom kir:

  • Colaman! Kurê min!

Nayman Ana’yê, ji nişkê ve dît ku lawê wê nîşan lê girtiye.

  • Bise! Navêje!

Lê, ji bo vê peyvê hew dem hebû. Xwestibû deveyê bilezlezîne, lê tîrê ku hatibû avêtin, bi vizînî di kêleka wê ya çepê de çikilîbû.

Derb kujer bû. Serê Nayman Ana’yê bi ber wê ve hatibû xwarê, her çiqas xwestibû xwe bi stuyê deveyê bigre jî, nebû, hat xwarê, li erdê ket. Lê beriya ku ew bikeve, çîta wê ya spî ket ji serê wê. Û ev çîta spî bû çûkek û bi hewa ket. Peyvên ku dawîya dawîyê ji devê Nayman Ana’yê derketibûn, dubare kir û firiya:

  • Tu navê diya xwe zanî? Tu zane ku tu kî yî? Navê bavê te Dönenbay e! Dönenbay! Dönenbay!

* Ev efsane, di pirtûka Cengiz Aytmatov de ya bi navê “Roj heye, berdêlî sed salîye” de derbas dibe. Ev tekst, kurteya vê efsaneyê ye.

Çavkanî: Cengiz Aytmatov, Gün Olur Asra Bedel, İstanbul, Ötüken Yay., 2000.

Nîşe: Nivîs li Kovara Nûbiharê  jî hat weşandin

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir