Hejmara dudoyan a Kovara Kund derket. Mêvanê dosyeya hejmara dudoyan helbestkar Berken Bereh e.
Hejmara dudoyan a kovara kitêb, çand û hunerê Kundê derket. Mêvanê dosyeya hejmara dudoyan helbestkar Berken Bereh e. Kovara Kund ku di her hejmara xwe de cih dide beşên nû, di hejmara dudoyan de jî beşên wek “portre”, “sînema”, “kitêb”, “muzîk”, “gernameyek”, “youtuber” û “foto” li beşên xwe zêde kirine.
Her wiha Kund div ê hejmara xwe de diyar dike ku, di hejmara ewil de tenê çar navên jinan hebûn, lê belê di vê hejmarê de 11 jinan ji bo Kundê nivîsiye û ev yek jî ji bo piyaseya nivîsa kurdî jimareke gelekî baş tê nirxandin.
Dosyeya hejmara sêyem dê li ser Ferhad Pîrbal be. Ji bo hejmara sêyem dema dawî ya nivîsşandinê 10’ê Îlona 2018’an e.
Naveroka hejmara dudoyan a Kundê wiha ye
- Hevpeyvînek bi Berken Bereh re – Rêdûr Dîjle
- Erdnîgariya Helbesta Berken Bereh – Evdal Baqî
- Şahidiya Şairekî – Burhan Tek
- Rêya Bilind û Rêwiyê Bilindtir: Helbest û Helbestvan – Bajar Mîrzeman
- Bav di Helbesta Berken Bereh de – Umran Aran
- Hezkirinnameyek bo Derwêşê Şê’ra Kurdî Berken Bereh – Merdan Newayî
- Pirtûk di Gerdûna Borges de: “Pirtûkxaneya Babîlê” – Şukran Yaguz
- Xwînerên Baş û Nivîserên Baş – Vladimir Nabokov (Werger: Umran Aran)
- Ferhenga Novel-lawan – Ferzan Şêr
- Li Ser Wergerê û Wergêran – Salih Agir Qoserî
- Kes jê Xwendetir Tunebû – Ciwanmerd Kulek
- Xeyalên li Ser Keviran – Vecdî Demîr
- Rêwîtiya Kitêbekê û Kurikekî: Dara Ahlatê ya Nurî Bîlge Ceylan – Felek Perîşan
- Nerînek li Ser Fîlmê Reşeba – Rengîn Kardelen
- Welatê Şûşenên Spî – Yaqob Tilermenî
- Handa: Rêze-çîrok an Romana Perçekirî – H.Kovan Baqî
- Mêşên Beckettî Difirin li Ser Parîsê- Ronya Bewran
- Ber bi Hêlîna Dil ve – Receb Dildar
- Derz – Gulîzer Fatma Savcı
- Gula Mecîd – Esra Boga
- Bêndera çandê-149/155 – Mewlûd Oguz
- Youtuber Roza Sîerra
- Weşanger Lal Laleş
- Jiyana li Dêrikê ya Piştî Lîseyê – Fuad Onen
- Rograf – Tehsîn Baravî
- Bîenala Mêrdînê ya ÇarAN – Hasan Atılgan, Sermest Semîr
- Bûka Lastîkî – Emîne Urtekîn
- Nerînek li ser Qesra Balindeyên Xemgîn – Îklîm Oral
- Kund – Berfîn Huseynî
- Zêmarên Çûyînê – Pelşîn Piling
- Girnijîneke Tal – Edîp Bozan
- Çaqûr im, bi derba dûr im, bêqisûr im… – Hişyar Aydin
- Mîrnameya Jan Dost – Koma Xwendinê ya Dîlokê
- Di Tuwaletê De ya Rênas Jiyan – Koma Xwendinê ya Vejînê
- Miriyê Heram a Bavê Nazê – Koma Xwendinê ya Wanê
- Gava Ku Masî Tî Dibin ya Helîm Yûsiv – Koma xwendinê ya Ferzad Kemanger
- Şeşemîn Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmed Hat Lidarxistin
- Li Amedê Festîvala Zarokan Hat Lidarxistin
- Mem û Zîna Xanî li Zazakî Hat Wergerandin
- Bêrûyê Xelata Mezin Wergirt
- Mîhrîcana Fîlman a Yılmaz Güney Hat Lidarxistin
- Pêşangeheke Nejirêzê li Ruhayê
Mezopotamya Ajansi