Jiyana Siyabendê Îsmaîlê Îbrahîm

Îro beşeke mezin ji kurdên Kafkasyayê li Alma Ataya Qazaxistanê jiyana xwe berdewam dikin. Piraniya malbatên van kurdan salên 1937an ji Nexçîvan û Ermenistanê; sala 1944ê jî ji Gurcistanê bi fermana Stalîn di nav şertên gelek dijwar de hatine sirgûnkirin. Beşeke ji van kurdan jî 20-25 sal beriya niha, piştî Şerê Qerebaxê ku wekî ‘Şerê Ermenistan û Azerbaycanê’ jî tê naskirin, ji neçarî terka axa xwe kirin û careke din bûn penaber.

Siyabendê Îsmaîlê Îbrahîm, yek ji wan kurdan e ku wekî ‘sirgunên sêyemîn’ têne naskirin. Di jiyana wî ya 50 salan de, serpêhatiyên sê welatan hene. Zarokatî û destpêka ciwaniya wî li Ermenistanê derbas bûye. Piştî çend salên li Bakûya Azerbaycanê, ji 20 salan zêdetir in ku jiyana xwe li Alma Atayê berdewam dike.

 

Masîs, kêfa çûna zozanan û xwendina enstîtuya padagojiyê

Siyabend 20ê tebaxa 1964an, li gundê Hebilkenda Masîsa Yêrevana Ermenistanê ji diya xwe dibe. Navê gund paşê dikin Kalînîn. Di malbateke rêncber de mezin dibe. Jiyana zozanan tu caran ji bîra wî naçe. Li gund her sal çûyîna zozanan ‘dewleta’ wî bûye. Heta sala 1985an jî kêfa çûyîna zozanan dibe para wî. Lê malbat piştî wê salê êdî naçe zozanan. Siyabend sala 1981an koma 10an xelas dike. Heman salê dikeve ‘Enstîtuya Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan’ û sala 1985an diqedîne. Di navbera salên 1985-1987an leşkeriya Sovyetê dike. Leşkeriya Artêşa Sor li Ûkraînayê dibe serî. Piştî leşkeriyê ji bo xwendinê diçe bajarê Xarkovê. Lê naxwîne û li fabrîqeyekê kar dike. Li Ûkraînayê li dibistanê dersa fîzîk-kulturê dide. Sala 1989an vedigere Yêrevanê.

 

Jiyana li Bakûyê, Zewaca bi Zîna Mihemed Eliyê Şemo re

Siyabendê Îsmaîlê Îbrahîm, piştî şerê Azerî û Ermeniyan, ji neçarî tevî malbata xwe koçî Bakûyê dibe. Sê salan di metroya Bakûyê de kar dike. Li ‘Dibistana Yekşemê’ dersa azerkî dide xebatkarên metroyê yên ku bi azerkî nizanin.

Sala 1991ê li Bakûyê bi Zîna Mihemed Eliyê Şemo re dizewice. Mihemed Elî yek ji doktorên herî navdar ê kurdên Ermenistanê û Azerbaycanê bûye. 50 salan wekî cerrah kar kiriye. Li Yêrevanê tevî doktor û nivîskarê mezin ê rehmetî Sehîdê Îbo xebitiye. Hêjayî gotinê ye ku Dr. Mihemed Elî (Şamîlov) çend salan serkariya nexweşxana gundê Elegezê kiriye.

Kurê wî yê mezin Îsmaîl (22) li Bakûyê çêbûye û gava 10 mehî bûye hatiye Alma Atayê. Her sê zarokên din li Qazaxistanê çêdibin. Her du qîzên wî Cemîle û Xezal cêwî ne (20 salî), kurê biçûk Mihemed Elî vê gavê 15 salî ye. Siyabend dawiya sala 2013ê, dibe bapîr. Neviyê wî Alan kurê Îsmaîl e.

 

Li Bakûyê avakarê Koma Folklor û Şanoya Kurdî

Siyabendê bavê du kur û du qîzan, dema li Bakûyê ye tevî hosteyê mey û bilûrê Xelîlê Evdile û kurapê xwe Teyfûrê Mecîd komeke folklora kurdî ya bi navê ‘Ronahî’ ava dike. Di vê komê de Şanoya ‘Kawa’ pêşkêş dikin û Siyabend bixwe rola Kawa dilîze. Koma Ronahî gelek caran di şahîyan de derdikeve pêşberî gel û eleqeyeke mezin dibîne.

Gava ku Şerê Qerebaxê derdikeve, jê dixwazin wekî fermandar here şerê Ermeniyan bike. Îmze davêje ku çendek paşê here şer. Lê di nava çend rojan de malbeta xwe hildide û berê xwe dide Alma Atayê nav qewim û pismaman.

Piştî hatina Alma Atayê ji ber ku li wir ne kurdî, ne azerkî, ne jî ermenkî derbas dibe, dikeve nava karê bazirganiyê. Destpêkê perçeyên erebeyan difiroşe ku ev karê wî yê bazirganiyê îro jî berdewam e.

 

Endamekî çalak ê Asambleya Kurdên Qazaxistanê

Kekê Siyabend ev demeke dirêj e ku endamekî çalak ê Asambleya Kurdên Qazaxistanê ye. Ji sala 2009an ve Serokatiya Kurdên Herêma Alma Atayê dike. Vê xebata xwe bi dilsozî û bextewarî tevî Serokê Asambleya Kurdên Qazaxistanê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm berdewam dike.

Malbata Siyabend ji Wanê ye. Piştî şerê Şêx Seîd derbasî wî alî Erez dibin. Li Yêrevanê jî li kêleka Çemê Eraz jiyane. Ji Eşîra Brûka, Bera Qerka, Mala Şemo ye. Malbata wî her dem li Serhedê Şerê Romiyan kirine.

 

Dê-bavên ezîz, birayê dengbêjekî hêja

Bavê wî Îsmaîlê Îbrahîmê Şemo rûspiyekî gund bûye. Herkes jê razî bûye. Bi keda helal 10 zarok mezin kirine. Gelekî rûgeş û henekçî bûye. Xebatkarekî baş bûye. Sala 2009an li Alma Atayê rehma Xwedê dike. Di nava sê salan de ew, xanima wî Xezala Ehmedê Balo û kurê wî Dengbêj Ezîzê Îsmaîl xatir ji jiyanê dixwazin. Gora hersêyan jî li gundê Aşîbûlaka Alma Atayê ne. Dayîka wî piştî wefata mêrê xwe bi sê salan (2012) rehma xwedê dike.

Birayê wî Ezîzê Îsmaîl dengbêjekî eyan bûye. Tevî Karapetê Xaço, Aramê Tîgran, Dawîdê Xilo, Xelîlê Evdile û dengbêj Mecîdê Silêman hevaltiyeke baş kiriye û ligel wan kilamên mêrxasî, evîndarî û govenda kurdî gotiye. Ezîzê dengbêj sala 1952an hatiye dinyayê. Sala 2011an jî li Alma Atayê rehma Xwedê kiriye. Wî li pey xwe ji bilî 3 kur û qîzekê, gelek stran û kilamên kurdî jî hiştin. Dengbêj Ezîz ji sedî 80-90 kilamên Karapetê Xaço gotiye. Sedema ku neçûye radyoya Yêrevanê jî ev bûye: “Karapet çûye kilam di radyoyê de gotiye, nabe ku ez jî herim û kilamên wî careke din di radyoyê de bibêjim.” Li gorî rojnameger û nivîskarê Kafkasyayê Hesenê Hecîsilêman dengê dengbêj Ezîzê Îsmaîl gelek xweş bûye û dengê wî ne kêmî dengbêjên radyoya Yêrevanê bûye, lê ji ber ku di radyoyê de negotiye, wekî dengbêjên din zêde nehatiye naskirin.

Siyabend gava behsa wan dike, girî dikeve qirikê û gotin jê dernayên. Wisa dibêje: “Ez gelek bêriya wan dikim. Gava sax bûn me zêde qedirê wan nizanibû, me digot ewê her hebin. Lê gava diçin, êdî em dizanin ku ew nemane û em gelek bêriya wan dikin.”

Kek Siyabend li Asya Navîn, li Qazaxistanê ye, 7 hezar km ji welat dûr e, lê hiş û aqilê wî her dem li ser buyer û qewimandinên welat e. Bi gav û saet li mala xwe guhê wî li ser televizyonên kurdî ye û li benda xebereke xêrê ji Diyarbekir, Kerkûk, Kobanê, Mehebadê, Wan û Serhedê ye. Daxwaziya wî herdem başbûn û serkeftina serokên kurdan û serfiraziya hemû kurdan e. Ew dibêje, laşê me li vir be jî, dil û mejiyê me li welat e. Lewma jî em vê daxwaz û kesera bav û kalên xwe ku 90 sal berê terka Serhedê kirine, ji nevî û zarokên xwe re dibêjin û heke ew jî ji nevî û zarokên xwe re nebêjin, emê wan efu nekin û heqê xwe li wan helal nekin…”

Kekê Siyabend di nav civaka kurdên Qazaxistanê, nexasim di nav civaka kurdên Alma Atayê de navekî hezkirî û naskirî ye. Gelek kes bi malavayî, xweşî û geşî behsa wî dikin. Yek ji wan kesan jî rojnameger û nivîskarê kurd Hesenê Hecîsilêman e. Hecîsilêman li ser Siyabendê Îsmaîlê Îbrahîm wiha dibêje:

“Siyabend welatperwerekî baş e, hevalekî baş e, temîz e, dilsoz e, destvekirî ye. Xwediyê gotina xwe ye. Ji miletê xwe hez dike, ji bazara helal hez dike, dilê wî ji bo miletê wî diçerçire. Gava mirov diçe mala wî jî mirov dibîne, kom û kulfeta wî jî wekî xwe perwerde kiriye. Herdem çand û hunera kurdan nîşanî gelê qazax û gelên din dike. Ew ji bo min hem wekî heval, hem wekî bira, hem jî wekî hevkarekî xebatê ye. Ew bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin e. Heta tu bibêjî însanekî baş e.”

Siyabend li ser navê Asambleya Kurdên Qazaxistanê her dem li kêleka rêveberiya asambleyê gelê kurd ne tenê li Alma Atayê, her wiha li gelek bajarên din ên Qazaxistanê, di gelek şahî, konferans û semîneran de temsîl kiriye û hê jî dike.

Riataza.com

Nivîskar: Salihê Kevirbirî

Derbar Rêvebir

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply