Gelo Tirkî Peyv Ji Kurdî Wergirtine ?

Gelek caran ereban û bi taybetî jî tirkan hem zilm û neheqî û hem jî qerf û tinaziyên xwe bi zimanê kurdî kiriye. Heta vê dawiyê, gelek ji zimannasên (yan zimannenasên) tirk û bi taybetî jî siyasetvanên wan heta itiraf jî bi hebûna zimanê kurdî nekiriye.

Ji aliyê tirkan ve heta hin hewlên nîv-zanistî jî hatine dan daku biselmînin ku zimanê kurdî ji aliyê etîmolojî ve di rastiyê de ne ti ziman e.

Bo nimûne, Tuncer Gülensoy bi ferhengoka xwe ya bi navê Kürtçenin etimolojik sözlüğü (”Ferhenga etîmolojîk ya kurdî”, Enqere 1994) tê dikoşe isbat bike ku hemû peyvên kurdî di rastiyê de ji tirkî, erebî yan jî ji farisî ne. Ev ne cara yekem e ku wî wisa hewl daye. Wî ferhengokeke berî vê jî amade kiribû. Di vê çapa yekem de, wî heta navê ”kurdî” jî li ferhengokê nekiriye lê navê wê kiriye Doğu Anadolu Osmanlıcası (”Osmaniya Rojhilata Anadolê”, Enqere 1986).

Bo nimûne, her peyva ku di kurdî û farisî de wek hev be, Gülensoy dibêje ku ew ji farisî û malê farisî ye. Helbet her zimannasê destpêker jî dizane ku di zimanên xizm û lêzim de bi sedan yan hezaran peyvên wek hev hene. Piraniya wan ne zimanekî ji yê din wergirtine lê malê wan herdu zimanan in, wek mîrat ji serdemekê mane ku dayika wan herdu zimanan yek bû yan jî ew herdu ziman lehceyên eynî zimanî bûn. Di tirkî û azerî de, di erebî û îbrî de, di frensî û îtalî de, di inglîzî û almanî de jî bi hezaran peyvên wek hev hene. Lê mirov nabêje ku tirkî ew peyv ji azerî wergirtine yan erebî ji îbrî yan frensî ji îtalî yan inglîzî ji almanî yan jî berevajî.

Hewldanên wiha bel û beloq di nav tirkan de hene. Lê di rastiyê de piraniya zimannasên tirk ji êrişkirinê zêdetir di meseleya kurd û kurdî de bêdengî û terkexemî bijartiye. Bi gotineke din, ew qenc-xirab behsa kurdan û kurdî nakin.

Berevajî vê bêdengiya qelemşorên tirkan, kurd bi xwe gelek behsa tirkan û zimanê wan dikin. Ji kurdîhezên kurdînivîs bigire heta kurdên kurdîjibîrkirî yên bilbilên zimanê tirkî, gelek caran qerf û henekên xwe bi zimanê tirkî û sextetiya wî dikin. Dibêjin ku tirkî ne-ti-ziman e, her peyvek ji derekê hatiye wergirtin û wisa zimanekî bêesil pê hatiye avakirin.

Bê guman e ku di zimanê tirkî de hejmareke gelek mezin ya peyvên biyanî heye. Di sedsala bîstem de lehiya peyvên ji zimanên ewropî bi ser zimanê tirkî de girtî hema bêje bêsinor e. Berî hingê, nêzîkî hezar salan bê navbirr peyv ji erebî û îranî dihatin. Niha hin ji wan ji rewaca zimanê tirkî ketibin jî, hê hejmareke zêde mezin maye. Bo nimûne, di ferhenga Sevan Nişanyan ya etîmolojiya peyvên tirkî de, di çapa elektronîkî de[1] nêzîkî 15 000 peyv hene. Ji wan nêzîkî 4 400 ji erebî ne. Li gor heman ferhengê zêdeyî 1 350 peyv jî ji farisî ne. Li gor Wîkîferhenga tirkî zêdeyî 5 000 peyvên tirkî ji farisî hatine wergirtin[2] lê gelek ji peyvan pêkhatî (hevedudanî) ne yan jî êdî di tirkiya normal de ne li kar in. Dîsa Nişanyan tenê 29 peyvên di ferhenga xwe de wek peyvên ji kurdî qebûl dike. Di piraniya ferhengên din yên tirkî de, nayê gotin ku ti peyvên tirkî ji kurdî hatine.

Gelo ev 1 300 peyvên îranî, ku ferhengên tirkî dibêjin ji farisî ne, bi rastî ji farisî ne yan jî hemû yan piraniya wan ji kurdî ne? Madem ku ji aliyê cografî ve kurdî di navbera tirkî û farisî de ye, ma ne beraqiltir e ku peyvên îranî ji kurdî ketibin tirkî, ne ji farisî?

Bo bersivdana van pirsan, divê em piçekê li dîroka zimanê tirkî û xaseten jî li dem û deverên wergirtina van peyvên îranî vekolin.

Tirkî zimanekî altayî yê Navenda Asyayê ye ku teqrîben nêzîkî hezar sal berî niha ber bi rojavayê ve hatiye û li Anatolê bi cih bûye. Berî ku têkiliyên kurdan û tirkan û tirkî û kurdî, têkiliyên zimanê tirkî li gel hin zimanên din yên îranî yên rojhilattir çêbûne. Gava ku tirk ji Navenda Asyayê bi rê ketine, têkiliyên wan berî kurdan, li gel tacikan, exfanan û farisan çêbûne. Ev her sê milet jî bi farisî yan jî devokên farisî diaxivin. Mirov dikare zimanê derî û yê tacikî wek lehceyên farisî bihejmêre. Eger mirov wan wek zimanên serbixwe hesab bike jî, dîsa jî ew ji kurdî gelek zêdetir nêzîkî farisî ne û di ser re jî tesîra zimanê farisî yê standard gelek li ser wan heye.

Hê berî ku tirk bigihin kurdan, wan bi dehan, eger ne bi sedan peyvên îranî wergirtine nav zimanê xwe. Piraniya van peyvan têkilî çandin, xwedîkirina sewalan û fêkî û sebzeyên Rojhilata Navîn in. Mirov dikare wê serdema wergirtina peyvên îranî di tirkî de wek qonax û merheleya yekem bihesibîne.

Qonaxa duyem jî wergirtina peyvên îranî di dema osmaniyan de ye, piştî ku tirkî bû zimanê nivîskî yê dîwana imparatorî. Peyvên vê qonaxê ne xelkê tirkîaxiv ji devê qisekerên zimanên îranî wergirtine lê bi rêya edebiyatê ji zimanekî derbazî yê din bûne.

Helbet gelek peyv di kurdî û farisî de bi temamî hevdeng û hevwate ne. Tenê bi dîtina wan peyvan di tirkî de – bêyî awirekê li dîroka wergirtina peyvên tirkî ji zimanên îranî – mirov nikare bibêje ka tirkî ew ji kurdî yan jî ji farisî wergirtine ji ber ku di kurdî û farisî de ew wek hev in yan pirr nêzîkî hev in:

tirkî kurdî farisî
bahar bihar behar
ciğer ciger, cerg ciger
dost dost dost
eğer eger, heke eger
gül gul gol
her(kes) her (kes) her (kes)
kör kor, kore kûr
nişan nîşan nişan
parça parçe, perçe parçê
renk reng reng
taht text text
zincir zincîr zincîr, zencîr

Tablo 1: nimûne ji peyvên kurdî û farisî yên wek hev yan pirr nêzîkî hev.

Bi sedan peyvên wiha di tirkî de hene ku mirov tenê bi nêrîna li şiklê wan nikare bibêje ka tirkî ew ji kurdî yan jî ji farisî wergirtine.

Lê gelek peyv di kurdî û farisî de hene ku hevreh in lê bi dengê xwe hinekê ji hev cuda ne: yek yan zêdetir herfên wan ne eynî ne. Dema ku em li peyvên îranî yên di tirkî de binêrin, em ê bi zelalî bibînin ku ew bi şiklê xwe ne tam wek farisî jî bin (her dengê farisî di tirkî de nîne), dîsa jî ew ji formên kurdî zêdetir dişibin formên wan yên farisî. Bo nimûne:

 

tirkî farisî kurdî
armut emrûd, ermûd hirmî, hermî
badem badam bahîv / behîv / be’îv
çoban çûban şivan
çorap çûrab gore
divane, dîvâne dîvanê dîn (bêhiş, bêaqil)
diğer dîger din, dî, dîtir
günah gonah guneh, binas
henüz henûz hê, hê jî, hîna, hîna jî, hêşta
incir encîr hejîr, hêjîr
külah kolah kulav
mehtap mehtab tavheyv, heyveron
namaz nemaz nimêj, nivêj
rehber rehber rêber
sert serd sar[3]
tohum toxum tov
usta osta, ostad hosta, hoste
zehir zehir jehr

Tablo 2: nimûne ji peyvên kurdî û farisî yên hevreh lê bi şiklê xwe ji hev dûr ketî.

Wek ku diyar e, peyvên tirkî bi aşkerayî ji farisî hatine wergirtin, ne ji kurdî. Eger ew ji kurdî hatibûna wergirtin, ew dê zêdetir bişibana formên xwe yên kurdî, ne formên xwe yên farisî.

Me di vê lîsteyê de ne bi qest peyvên wek hev yên farisî-tirkî yên dûrî hevrehên wan yên kurdî dane. Mirov dikare bi dehan nimûneyên din jî bide. Xwandevanên hêja dikarin li vê lîsteyê jî binêrin daku bibînin ku peyvên îranî yên di tirkî de bi rastî çendî nêzîkî hevwateyên xwe yên farisî ne û ji hevwateyên xwe yên kurdî dûr in:

https://tr.wiktionary.org/w/index.php?title=Kategori:Fars%C3%A7a_k%C3%B6kenli_s%C3%B6zc%C3%BCkler&pageuntil=bas%C3%A7a#mw-pages

Herwiha mirov dikare hin gelek peyvên îranî di tirkî de bibîne ku di kurdî de nînin lê di farisî de peyda dibin:

tirkî farisî kurdî
ateş ateş (agir)
çift coft (cot)[4]
rüzgar rûzgar (ba, hewa)[5]
sebze sebze
(ji farisî “sebz: kesk”)
(şînkatî, zerzewat)
siyah siyah (reş)

Tablo 3: nimûne ji peyvên îranî yên ku di kurdî de peyda nabin lê di farisî.

Lê gelek zehmet e ku mirov peyvên îranî yên wisa peyda bike ku di kurdî de hebin û ketibin tirkî lê di farisî de peyda nebin.

 

Gelo çima tirkî peyv ji farisî wergirtine, ne ji kurdî?

Ji aliyê dengnasî ve mirov dikare bi zelalî bibîne ku peyvên îranî bi şiklê xwe yê farisî di tirkî de cih girtiye. Her cara ku şiklê peyvê yê kurdî û farisî ji hev cuda be, şiklê peyvê di tirkî de zêdetir dişibe şiklê farisî, ne yê kurdî.

Lê ne hewce ye ku em qîma xwe tenê bi dengnasiyê yan şiklê peyvan bînin. Sebebên ron û aşkere yên tarîxî jî hene ku tirkî peyvên îranî ji farisî wergirtine, ne ji kurdî.

  • Berî ku têkiliyên zimanê tirkî li gel zimanê kurdî li Anadolê û Mezopotamyayê peyda çêbin, têkiliyên tirkî û farisî hê li Navenda Asyayê, li welatên niha yên wek Efxanistan, Tirkmenistan, Tacikistan û Îranê çêbûne berî ku tirk bigihin Rojhilata Navîn.
  • Farisî nêzîkî hezar salan li Îranê û heta Hindistanê zimanê edebî yê bilind bû. Li serdema selçûkî û osmaniyan jî farisî ji aliyê xwandayên tirk ve dihat zanîn, xwandin û heta pê dihat axiftin û nivîsîn jî. Şairên wek Hafiz, Se’dî, Xeyam û Rûmî bi farisî li xwandingehên osmanî jî dihatin xwandin û jiberkirin.
  • Têkiliyên kurdî-tirkî piştî yên tirkî-farisî çêbûne. Gava ku têkiliyên tirkî-kurdî dest pê kirin, êdî ji xwe gelek ji peyvên îranî bi rêya farisî û bi şiklê farisî di tirkî de cihê xwe girtibû. Êdî ew dubare bi rêya kurdî û bi şiklê kurdî nehatin wergirtin.
  • Kurdî ne xwedî edebiyateke xurt bû, tenê çend berhemên klasîk berî sedsala 20em pê hatine nivîsîn, piraniya wan jî ne berî sedsala 17em.
  • Tirkan ti caran bi awayekî berfireh kurdî nizaniye. Xelk bi berfirehî peyvan ji wan zimanên biyanî werdigirin ku dizanin, dixwînin û pê diaxivin. Eger mirov komeke istisna ya çend kesî li aliyekî bihêle, ne niha û ne jî berê tirkan kurdî zaniye yan ji kurdî agadar bûne heta ku peyvan ji kurdî wergirin.

 

Gelo tirkan bi asîmîlekirinê re peyvên kurdî dizîn?

Gelek kurd li ser wê baweriyê ne ku tirkan piştî qedexekirina ziman û kultûrê kurdî piştî destpêkirina heyama Komara Tirkiyê (ji sala 1923yê ve) gelek ji kultûr û zimanê kurdî bo xwe dizî û xwe lê kir xwedî û idia kir ku ev peyv û stranên tirkî ne.

Gelo ti pareke rastiyê di van gotinan de heye?

Helbet rastiyeke bêguman e ku ziman û kultûra kurdî ji salên 1920 – 1930 ve hatin qedexekirin û neheqiyeke mezin li wan hat kirin. Di heman demê de şoreşeke zimanî û kultûrî li Tirkiyê dest pê kir. Berhemên folklorî û bêje û biwêjên deveran hatin berhevkirin. Belkî ji aliyê muzîkê yan xwarinan ve hin gelek tiştên kurdî wek yên tirkî hatin qeydkirin.

Lê gelo di meseleya zimanî de jî bi rastî wisa bû?

Eger em li dîroka peyvên esil-îranî yên di tirkî de binêrim, em ê bibînin 99 % (eger ne 100 %) hê berî sedsala bîstem anku berî heyama komarê û asîmîlekirina kurdan û etnîsîteyên din di tirkiya osmanî de hatine qeydkirin. Di rastiyê de piraniya peyvên îranî heta di ferhengên osmanî yên sedsalên 16em û 17em de tomarkirî ne.

Berevajî ku gelek kurd idia dikin, tirkan li destpêka sedsala 20em ne peyvên kurdî dizîn lê wan bi dijwarî xwast ku xwe ji peyvên îranî û erebî ”paqij” bikin. Piraniya peyvên erebî û îranî yan bi peyvên xwemalî yên ji lehceyên tirkî komkirî, yan bi peyvên nûçêkirî yan jî bi peyvên ewropî hatin veguhastin. Li sedsala bîstem ne ku tirkan xwastiye xwe li ziman û kultûra kurdî bikin xwedî û wan ji xwe re bidizin lê xwastiye ku xwe – û kurdan jî – ji ziman û kultûra kurdî ”bişon” û ”paqij” bikin!

 

Dawî

Kurdî û tirkî du zimanên cîran in. Bêguman e ku tirkîaxivan neheqî li kurdîaxivan û zimanê wan kiriye. Agahî û idiayên tirkîaxivan li ser bi kurdan û zimanê wan mixabin bi piranî yan xelet in yan jî yekser derew in. Tirkan heta vê dawiyê idia kiriye ku kurdî nîv-ziman e yan ne-ti-ziman e. Heta tirkan demekê bi giştî jî idia kiriye ku kurdî tenê formeke xirabkirî ya zimanê tirkî ye. Ev gotin bêbingeh in û ji her rastiyê dûr in.

Di heman demê de gelek gotinên kurdan jî derbarê zimanê tirkî yan xelet in yan jî yekser derew in. Gelek kurd jî idia dikin ku tirkî nîv-ziman e yan ne-ti-ziman e. Kurd dibêjin ku tirkan hejmareke gelek mezin ya peyvên xwe ji kurdî wergirtiye lê ev idia bêbingeh e. Erê peyvên ji farisî wergirtî dikarin wek yan nêzîkî peyvên kurdî bin lê ev wê maneyê nade ku tirkan ew peyv ji kurdî wergirtine. Bi heman awayî tirkan gelek peyv ji fransî wergirtine û ew heman peyv wek wan yan jî bi formeke nêzîkî wan di îtalî, spanî û portugalî de hene lê ev nayê wê maneyê ku ew peyv ji wan zimanan hatine wergirtin, ew tenê ji fransî hatine wergirtin.

Gelek kurd herwiha idia dikin ku kurdî bi piranî zimanekî xwerû û ”paqij” e anku piraniya peyvên kurdî xwemalî ne. Ew di heman demê idia dikin ku tirkî zimanekî têkil e anku piraniya peyvên tirkî ji zimanên din hatine komkirin û wisa zimanê tirkî jê hatiye çêkirin. Ev herdu idia jî bêbingeh in: Hem kurd û hem jî tirkî ji aliyê rêziman û avaniya (sktruktur) xwe ve zimanên serbixwe ne. Di heman demê de hem piraniya peyvên tirkî û hem jî piraniya peyvên kurdî (wek piraniya peyvên piraniya zimanan) ne xwemalî ne lê ji zimanên din hatine wergirtin. Çend sebeb hene ku hêsantir e mirov bibîne ku peyvên tirkî bi eslê xwe biyanî ne:

  • Piraniya peyvên biyanî bi rêya nivîskî ketine zimanê tirkî û loma bi dengê xwe nêzîkî orijînala xwe mane. Piraniya peyvên biyanî bi rêya devkî ketine zimanê kurdî û loma bi dengê xwe ji orijînala xwe dûr ketine.
  • Piraniya peyvên tirkî ji erebî û farisî hatine û gelek kes van zimanan dizanin û loma dikarin bibêjin ev peyv bi eslê xwe erebî yan farisî ye. Gelek peyvên esil-biyanî yên kurdî ji ermenî û aramî hatine lê kêm kurdîaxiv yan tirkîaxiv van zimanan dizanin loma haya wan jê nîne ku ew peyv bi eslê xwe ermenî yan aramî ne loma wan wek peyvên kurdî yên xwemalî dihesibînin.
  • Hem lêkolerên tirk û hem jî yên biyanî vekolînên berfireh li ser etîmolojiya peyvên zimanê tirkî kiriye û loma niha kêm peyvên tirkî hene ku eslê wan nayê zanîn. Kêm vekolîn li ser eslê peyvên kurdî hatiye kirin loma eslê gelekan ji wan nayê zanîn loma gelek kes texmîn dikin ku ew peyvên xwemalî ne. Lê gava ku mirov li reh û rîşên peyvan dinêre, mirov dibîne ku bi rastî peyvên ku di kurdî de û tenê di kurdî de hebin pirr kêm in.

__________________________

Têbînî

[1] www.nisanyansozluk.com

[2] https://tr.wiktionary.org/w/index.php?title=Kategori:Fars%C3%A7a_k%C3%B6kenli_s%C3%B6zc%C3%BCkler&pageuntil=bas%C3%A7a#mw-pages

[3] Bi tirkî ”sert” maneya ”req” dide lê ji farisî ”serd” ya bi wateya ”sar, ne germ” hatiye wergirtin.

[4] ”Cot” ya kurdî û ”coft” ya farisî hevreh in lê wek ku diyar e, ”çift” ya tirkî dîsa gelek ji ya kurdî zêdetir dişibe ya farisî anku ji farisî hatiye wergirtin, ne ji kurdî.

[5] Bi tirkî maneya ”ba, hewa” wergirtiye, di farisî de zêdetir maneya ”dem, serdem, zeman” dide.

 

Jêder: zimannas.wordpress.com

Nivîskar: Husein Muhammed

Derbar Rêvebir

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply