Do 24.04.2018ê wek yekem roja festîvala peymangeha Hunerên Xweşik a Zankoya Selahedîn di beşên cuda de kar û çalakiyên xwe pêşandan.
Destpêka festîvalê bi vekirina pêşangeha beşa wênegeriyê ji aliyê şêwirmendê serokê zankoyê Dr. Cewher û ji berpirsên kolejê Dr. Elî Cukil ve hate vekirin. Herwaha pêşandana tabloyên xwandevanên beşa wênekêşî û pêşandana berhemên beşa seramîk û beşên din ve festîval birêve çû.
Demjimêr 11:30ê jî li salona beşa sinemaya kolejê çend berhemeke xwandevanên wê beşê ve hatin pêşandan. Biryare sibe jî di duyem roja festîvalê de demjimêr 10:00ê beşa mûzîk berhemên xwe li navenda rewşenbîrî ya zankoya Selahedîn pêşkeş bikin û demjimêr 11:30ê jî beşa şano li salona beşa şano ya peymangeha Hunerên Xweşik a Hewlêrê bên pêşandan û pêşkeş kirin.
Bas News