Beşa Saloxgeriyê ya Kovara Economîstê (EIU), serî li Endeksa Bajarên Kesk ên Siemensê da û bajarên siruştparêz yên Cîhanê diyar kirin.
Li gor mêtina karbondîoksîtê, çûnûhatin, rêvebirina av û bermahiyan û polîtikayên jingeha giştî, pênc bajar hatin hilbijartin. Va ye bajarên herî jîngehparêz yên li cîhanê.
Vancouver – Kanada
Li bajêr enerjiya siruştî tê pêşxistin, ji ber vê yekê li bajêr hewa gelekî paqij e. Rêveberiya bajêr sozê dide ku heta sala 2020’an rêjeya mêtina karbondioksîtê ji 3yan 1ê kêm bike. Ev der wek cihê avabûna rêxistina siruştî ya Greenpeaceyê tê zanîn.
Li bajêr ji bo peyayan, riyên bîsîkletan, qadên dewletê û studyoyên huneran cudahiyeke mezin heye.
Curitiba – Brazîl
Di nava bajarên li Başûrê Emerîkayê de bi tenê bajarê Curitibayê li ser rêjeya kêmzêde ya şînahiyê ye. Bajarê ku li başûrê Brazîlê ye di salên 1960’î de xeta otobusên transît ên bilez ava kiribû. Di sala 1980’î de ji bo lêveguherînê pêngavên girîng hatin avêtin.
Bi saya veberhênanên di warê çûnûhatina komî de kalîteya hewaya bajêr di endeksên herî bilind de cih digire. Di nav pêngavan de pergala metroyê û riya bîsîkletan a ku ji 300 km’yî pêk tê jî heye. Lê ji ber astengiyên aborî qedandina projeyan bi derengiyê dikeve.
Kopenhagen – Denmark
Digel ku bajarên din ên Îskandînav jî wekî Oslo û Stockholmê, di endeksê de li rêzên herî bilind cih digirin jî bi salan e li Ewropayê bajarê Kopenhagenê wek bajarê herî bi şînahî tê hilbijartin.
Di Cîhanê de xwediyê pergala komguhêzî ya herî bitesîr e. Li bajêr ji nîvî serjimarê zêdetir ji bo çûnûhatinê bîsîkletan bikar tîne. Ji ber vê yekê li bajêr rêjeya karbonmonoksîtê gelekî kêm e. Gelê bajêr girîngiyeke mezin dide bikaranîna bîsîkletan. Ji xeynî vê yekê jî saxbêriya enejiyê û lêveguherîn jî cihekî taybet digire.
San Francisco – Emerîka
Li bakurê Emerîkayê, bajarê herî kesk San Francisco ye. Di Cîhanê de bi rêjeya ji sedî 77î xwediyê paş ve veguherîna herî zêde ye. Gelê bajêr ji sedsala 19’an ve ji bo parastina siruşt û hawirdorê gavên girîng diavêje.
Gelê bajêr, ji aliyê xwarina xurek û beran ve gelekî baldar e ku yên li herêma wan tên hilberîn, bikar bînin. Li gelek taxan bazarên wan ên gundan hene.
Cape Town – Afrîqaya Başûr
Cape Town bajarê herî mezin ê duyemîn ê Komara Afrîqaya Başûr e. Cape Town di gavên siruştê de, bi xebatên teseruf û nûjenkirina enerjiyê de cihekî sereke digire. Di sala 2008’an de yekem bajar bû ku ji enerjiya bayê sûd wergirt. Armanc ew e ku di sala 2020’an de çavkaniyên enerjiya ku dikare were nûjenkirin bigihîne ji sedî 10’an. Bi vê yekê dixwazin pêşiyê li qutbûna ceyranê bigirin. Li bajêr, riyên bîsîkletan jî zêde dibin û sûkên gundan roj bi roj navdar dibin.
Çavkanî: natgeokurd– Menazîr Aslan