15 Pirs û Bersiv – Özlem Taş

1-Peyva ku tu herî zêde jê hez dikî?
L’appel Du Vide

2-Tu dikarî kêliya xwe ya herî bextewar ji me re bêjî?
Derketina ser dikê û di nav rihê karakterekê de wendabûn.

3-Tehemula te ji çi re tune ye?
Tu bi zirîlyon şiklî xwe îfade dikî lê nayî fêmkirin..

4-Te li vê dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?
Pîrka diya min.

5- Xeyala te ya herî mezin çi ye?
“Bazdana di nav dorbera bê erdkeşî (yerçekimsiz)” .

6-Bi xêra xwe hevokeke ji strana ku herî zêde jê hez dikî bibêje?
– Is this the real life?
-Is this just fantasy?

7-Çi kenê te tîne?
Dema yek bi hêrs diaxive, kes ji tirsa nikare xwe bilebitîne, hahh! li wir kenê min tê nehlet lê be 🙂

8-Dengê ku tu herî zêde jê hez dikî?
Vê gavê ji dengê xwarziya xwe hez dikim, di vîdeoyekê de strana “My Neighbour Totoro” dibêje. Dengê wê wisa zîq dibe, ecêb li xweşa min diçe.

9- Heke cardin bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardin bikira?
Bê şik şano û gera welatên din.

10-Tişta ku îlhamê dide te çi ye?
Temaşekirina behrê

11- Dîmeneke çawa te aciz dike?
Dîmenên şer

12-Te dixwest tu li ku derê bijî?
Xwezî ez li bajarên din ên dinyayê dem bi dem bijiyama. Çend sal li Berlînê, çend sal li Tokyoyê, çend sal li Haitiyê filan bêvan …

13-Qisûra te ya herî mezin çi ye?
Ez zehf ji fikrên xwe bawer im, dema ez biryarekê bidim tu tişt fikra min naguherîne.

14-Tu dixwazî çawa bimrî?
Dema ku min wexta xwe temam kir, ez ê mafê xwe yê xwekuştinê bi kar bînim. Di
nav aramiyê de, di nav nivînên xwe de, ez ê çavên xwe ji bo xewneke şêrîn û bêdawî
bigrim. Di fonê de wê Concerto In D Minor’a Bach lêbide 🙂

15- Dixwazî çi li ser gora te bê nivîsandin?
Êdî bextewar e, hûn jî bextewar bin…

 

Özlem Taş,
Di sala 1984an de li Wanê hat dinyayê.
Li D.T.C.F’ya Zanîngeha Enqereyê, beşa Şano-Lîstikvaniyê xwend û di 2007an de mezûn bû.
Di sala 2008an de, li Şanoya Dewletê ya Wanê, di gelek lîstikan de lîstikvanî û alîkariya derheneriyê kir. Pişt re çû Stenbolê û li Şanoya Dewletê ya Stenbolê lîstikvanî kir.
Bi hevalên xwe re Theatre Deng û Bêj ava kir. Di sala 2014an de di wê şanoyê de di nav lîstika “Tirs û Xof”ê de cih girt.

Di hin rêzefîlm, fîlmên sînemayê, reklaman de lîst, program pêşkeş kirin û karên dûblajê kirin.
Taş, niha bi Moda Sahnesi û Şermola Performansê re dixebite û di lîstika “Balans”ê derdikeve ser sehnê.

Ji kovara popkurd hejmaran 4an hat standin

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply