Çima Zarok Derew Dikin? Ji Bo Ku Ew Rastiyê Bibêjin 7 Rê

Li hemberî çavên xwe sehneyeke wisa bisêwirînin: Hûn li ser qenepeya xwe rûniştine, pirtûka xwe dixwînin. Paşê hûn lê ferq dikin ku kûçikê we Buddy hatiye ba we. Dema hûn dixwazin çavê xwe ji pirtûkê nedin alî û serê wê/wî miz bidin, destê we li tişteke zeliqokî dikeve, ev ne pozê Buddy e ku ew her tim sar û şil e; ketçap! Her derê Buddy bûye ketçap.

“Devon!”

Hûn deng li lawê xwe yê şeş salî dikin.

“Ezbenî?”

Lawê we serê xwe ji derî dirêj dike û li we dinêre.

Hûn dipirsin ku “Te ketçap di Buddy daye?” lê ya rastî, di vê mijarê de tu gumana we nîne. Dibe ku Buddy kûçikeke bi aqil be lê ne bi qasî ku ew şûşeyên ketçabê bi serê xwe veke.

Devon bi dengê xwe yê herî bê guneh bersiva “Na” dide.

Niha hûn bi pirsgirêka derewa Devon re rû bi rû dimînin. Digel ku hûn her tiştî dikin nayê qebûlkirin ku mirov derewan bike jî, vê hefteyê ev dibe sê car. Lawê we vê “çima fêhm nake”?

Derewkirina zarokan dibe ku ji bo dê û bavan tişteke acizker be lê di şêweya dêûbaviyê de bi guhertina çend tiştan, em dikarin ji heqê wê derkevin. Pêşî em binêrin ka zarok ji bo çi derew dikin? Ger em fêhm bikin ku derew çavkaniya xwe ji ku derê digirin, paşê em ê bibînin ku ji bo rastî bên gotin divê em çi bikin.

Yek sedema herî eşkere ya derewkirinê, reva ji cezayê ye an jî ji encamekê e ku nayê xwestin. Zarokê/a ku bizanibe wê di encama tevgerekê de cezayeke fîzîkî bigire, biçûk bê dîtin an jî bê azirandin; dijwar e ku ew durist be. Pêkan e ku mirov heq nede wî/wê? Dibe ku wekî keseke mezin hûn jî li hemberî serkareke bi hêrs an jî cîraneke ku minminê dike, heman rêyî bişopînin.

_57956091_pinocchio_thinks

Sedemeke din jî tirsa ketina ji çavê we ye. Tiştê ku herî dawî zarok dixwazin xeyalşikestîhiştîna dê û bav e, heta ji ber tiştekî ku wan kiriye (an jî nekiriye) ji nirxa di çavên wan de ye bikevin, tercîha xwe ji aliye derewan dikin.

Talî, zarok her tim li benda bertekekê ne, ji ber vê ji bo ku bandor li ser we an jî li ser kesên din bikin, çîrokan li hev tînin.

Gelek dê û bav gilî dikin ji ber ku zarokên wan her tim derewan dikin. Dema ku ez ji wan dipirsim zarokên wan dema derew dikin ew çi dikin, ez hîn dibim ku ew bi gelemperî cezayên tund didin wan. Mixabin ev dibe sedema cixiza vala: Dema ku zarok derew bikin ceza bigirin, di dahatûyê de dibe ku ew zêdetir derewan bikin. Ceza dibe sedema encama ku em herî naxwazin.

 

Lê ku derew bi rastî û ji dil tevgereke xerab e, bi awayekê ku zêde geş nebe divê mirov çawa nêzî pirsgirêkê bibe? Bi ceribandina nêrîneke din li pirsgirêkê: Ji dêleva ku ji her derewê re cezayek, afirandina hawireke ewle ji bo ku rastî bê gotin. Hûn vê hawirê dikarin bi pêşniyazên jêr bi dest bixin:

  1. Bi gelemperî hay ji bertekên xwe hebin ku hûn li hemberî nerihetiyên zarokan didin. Ku zarokên we dema tiştekî xerab dikin ji cezayên we an jî ji qêrîna we ye ji wan ditirsin, ew ê xwe ewle hîs nekin da ku ew rastiyan ji we re bibêjin. Ji dêleva sûcdarkirinê bi tavilê, carinan ev gelek dijwar be jî, li ser kombûna dengnezêdekirinê û pirsgirêkên ku wê probleman çareser bikin, hewl bidin.
  2. Bihêlin bila zarok rewşê xilas bike. Pirsên ku hûn jixwe bersivên wan dizanin bipirsin da ku hûn derfet nedin zarok bila derew bike. Mînak, ji dêla pirsa “Te sparteka xwe qedand?”, pirsa “Tu ji bo qedandina sparteka xwe planeke çawa dikî?” bipirsin.
  3. Balê bikişînin li ser hestan. Ger zarokê/a we li hemberî we tevgereke durist nîşan nedabe, hewl bidin fêm bikin bê ka çi tişt bûye sedema wê. Ji dêleva tavil wî/wê bi sûcdarkirina derewkirinê, gotina “Ji min re wisa hat ku tu piçekî diavêjî, herhal tu ji gotina rastiyê ditirsî. Em piçekî vê biaxivin?” biceribînin. Hem hûn ê wê gavê bi dest bixin ku zarokê we rastiyê bibêje, hem jî hûn ê zexm bikin ku ji bo di dahatûyê de rastiyê bibêje.
  4. Tevgerên durist teqdîr bikin. Dema zarokên we rastiyê bibêjin, wan bizavdar û teşwîq bikin. “Herhal vegotina te ya ka di rastiyê çi bûn, ji bo te pir dijwar bû. Ez heyranê te me ji bo ku tu bi qasî rastiyê ji min re bibêjî wêrek tevgeriyayî. Bi rastî jî tu êdî mezin dibî!”
  5. Xeletiyan hembêz bikin. Xeletiyan, wekî rêyekê bibînin ku hûn pê bikaribin di dahatûyê de tercîhên baştir bikin. Ger zarokên we bizanibin dema ku ew xeletiyan bikin hûn naxeyîdin an jî xeyalşikestî nabin, ew ê bi we re têkileyeke duristtir çê bikin. Hûn dikarin gotinên wisa biceribînin: “Ev ji bo dahatûyê fersendeke hînbûnê ya gelek baş e. Ger te ji serî de bikira, te yê çi cuda bikira?” Ger tevgerên zarokê/a we, bandora neyînî li ser kesekê/î kiriye, bipirsin ka ji bo aliyê diljêmayî bûye divê çi bê kirin.
  6. Heza bêmerc têr zexm bikin. Bila zarokên we bizanibin ku hûn hin caran ji tevgerên wan kêfxweş nebin jî, çi bikin bila bikin heza we ya hûn ji bo wan hest dikin wê neguhere.
  7. Ji bo derewên we yên biçûk, baldar bin. Ji bîr nekin ku guh û çavên ciwanan her tim li ser we ne. Ji hişê xwe dernexin, dema hûn danûstandinê dikin pereyê ji ser dimîne ku kasiyer dide we, hûn lê venagerînin û dema ku li dibistanê ji bo tiştekî pere tê komkirin ku hûn derbarê nedilxwazîbûna xwe de tiştan li hev tînin, ev tiştên ku hûn dikin, wê şeklekî maqûl yê tevgerê bê dîtin.

Dema hûn vanan bisepînin, hûn ê ferq bikin ku zarokê/a we êdî hindiktir derewan dike. Hê bêtir, hûn ê bi tevgera xwe ya wisa, ji wan re nîşan bidin ku merc çi bin bila bibin, tevgera durist ji bo her kesî baş e.

Çavkanî: http://www.today.com/parents/why-kids-lie-7-ways-get-them-tell-truth-t107285

Wergera ji îngilîzî: Tufan Yamaç

perwerdia.wordpress.com

Derbar Çand Name

Check Also

Di Toreya Kurdî De Nasnavê Jinan

Ciwanên Hêja! Di Toreya Kurdî de rûmeteke pir zêde ji bo jinan heye. Rûmeteke wisan …

Leave a Reply