Aydogdu: Ez Xizmetkarekî Zimanê Kurdî Me

Merheba Mamoste Abdurrahman Aydogdu ez dixwazim ji we re hevpeyvînekê çê kim. Hûn kanin xwe ji xwendevanê me re bidin naskirin?

Merhaba;  Ez sala 1992 an li Pirsûsa Rihayê li gundê elîzeran hatim dinê. Min xwendina xwe ê dibistana seratayî, dibistana navîn û amadehî li pirsûsê xwend. Min sala 2012 an de li zanîngeha çewlikê beşa felsefeyê qezanc kir, Ez di sala xwe ê pêşî de dîsa ketim ezmûna zanîngehê vê carê jî min dîsa li eynî zanîngehê beşa riwekên zeviyan qezenç kir. Her wiha min li eynî zanîngehê, bi şev û roj du beş bi hevre xwend. di sala 2015 an de ez ji beşa xwe ê riwekên zeviyan desturdar bûm ez niha jî li zanîngeha çewlikê di pola 4 an de beşa felsefeyê dixwînim. Ji ber ku malbata min çotkar e, dema ku zanîngeh betlane dibe ez diçim ba malbata xwe karê çotkarî dikim, ji xeynî xwendin û karê rojana ez li ser zimanê Kurdî jî dixebitim jixwe hez kirina min a herî mezin zimanê Kurdî ye, min di zimanê Kurdî de li ser gotinên pêşiyan lêkolîn kir, bi kedeke du salan min xebateke ji 3.500 gotinên pêşiyan pêk berhev kir û wek pirtûk weşand, niha jî ez û çend hevalên xwe ê ciwan em kovaraka mehaneya bi navê: “Heterotopîa” diweşînin.5

Bi gor fikra min kesên di nav xebatên zimanê Kurdî de xizmetkar in, ez jî xizmetkarekî zimanê  Kurdî me û ez ê her tim xizmeta zimanê xwe bikim…

1.Çima bi Kurdî? Hûn çima ser Kurdî ev qas zêde disekinin?

-Lewre ku ez Kurd im. Îro her kes bi zimanê xwe, xwe nas dike eger ez dibêjim ez Kurd im pêwist her tiştî min bi Kurdî be, Ez: “Bi zimanê xwe Kurd im” ne bi zimanê, tirkî, erebî, farisî, îngîlîzî û hwd. Ê her kesî sekneke xwe heye û her kes jî bi vê sekna xwe cihê nîşan dide ê min jî berî her tiştî ez Kurd im! Eger mirovek xwe tiştek hesiban pêwîst e ku ev tiştî pir baş bizani be û lê xwedî derkeve, bi vê ramanê ez tim û tim li ser zimanê Kurdî disekinim û bi xwendin û nivîsandina Kurdî aramî dibînim. Û her tim di dilê min de hez kirin û pêşxistina zimanê Kurdî heye. Ji ber vê mijarê jî ez tim pêwîstiya bikaranîna zimanê Kurdî dibînim…

 

2.Hûn siberoja Kurdî çawa dibînine?

-Nêzikî çend salên berê roj bi roj zimanê Kurdî wende dibû di nav gelek Kurdan de hînbûna zimanekî din pêşketine û wek serkeftineke mezin dihat dîtin di vê mijarê de em dikarin mînaka bakur bidin, li bakur zimanê Kurdî ne zimanekî fermî ye û pir caran jî zimanê Kurdî hatibû qedexe kirin ji ber vê yekê jî cihên ku zimanê Kurdî dihatin bikaranîn hindik dibûn û gelek Kurd jî di bin bandora zimanê Tirkî de diman… Lê dema em îro derdora xwe dinêrin di nav gelek malên Kurdan de şiyarbûnek heye her kes dixwaze li zimanê xwe xwedî derkeve û zimanê xwe pêşva bibe… Îro bi gorî salên berên(ji 5 salan vir de) kesên ku Kurdî diaxivin û baş bikardînin gelek in û roj bi roj ev hejmar zêde dibe. Ez bawer dikim bi vê zêdebûna hejmarê bi kesên Kurdî diaxivin re vê siberojê de zimanê Kurdî hîn zêdetir were bikaranîn û pêşve here…

3.Em we ser medyaya civakî zêde dibînin û gelek xebatên we hene. Gor we Kurd medyaya civakî kanine qenc bikarbînine?

Belê bandora medyaya civakî gelek e, îro kesekî Kurd piranî rûpelên Kurdî diecibînin ji ber ku rûpel bi Kurdî ne parve kirin jî bi Kurdî dibin ev jî bala mirovan dikşîne ev kes jî dixwaze parvekirinê xwe û şîroveyên xwe bi zimanê xwe bike. Lê eger ev kes bi Kurdî nizanibe îcar li ser medyaya civakî rûpelên perwerdehiya zimanê Kurdî didin digerin û vê kêmasiyên xwe bi perwerdehiya ser medyayê dixwazin çareser bikin. Lewre ku li ser medyaya civakî pirs û bersiv hêsan dibin. Ez di vê mijarê de dikarim rûpela xwe ê li ser medyayê mînak bidim. Min çar sal berê bi navê DIBISTANA KURDAN rûpelek vekir min di vê rûpelê xwe de pêşî her tim peyvên Kurdî parvedikir dema rûpel nû bû peyvên Kurdî pir bala endaman nedikşan lê di demekê şûnde rûpela me ji alî endaman wek dibistaneke rastî hat bikaranîn deme kesekî peyvek nedizanibû û di rêzimanê xwe de kêmasiyeke hebû an jî dixwaztin tiştekî wergerînin Kurdî serî li rûpela me didan û gelek peyam jî ji rûpela min re dihatin digot in: “Min berê qet Kurdî nedizanibû lê min paşê rûpela we dît û rûpela we gelekî bala min kişand min jî her dem rûpela we dişopand û parve kirinên we li ba xwe dinivîsand û tiştên min fêhm nedikir jî min ji we dipirsî, û îro ez bi rûpela we hînî Kurdî bûm him dikarim Kurdî binivîsînim him jî dikarim Kurdî biaxivim…”Di vê peyamê de jî em dibînin Kurd medyaya civakî dikarin rind bikarbînin.Syrian Kurd Kiymet Ergun, 56, gestures, in Mursitpinar on the outskirts of Suruc, at the Turkey-Syria border, as thick smoke rises following an airstrike by the US-led coalition in Kobani, Syria as fighting continued between Syrian Kurds and the militants of Islamic State group, Monday, Oct. 13, 2014. Kobani, also known as Ayn Arab, and its surrounding areas, has been under assault by extremists of the Islamic State group since mid-September and is being defended by Kurdish fighters. (AP Photo/Lefteris Pitarakis)

 

4.Ji bo zimanê Kurdî hîn qenc were hînkirin û pêşva here çi divê?

-Berî her tiştî pêwîst e ku, cihên perwerdehiya zimanê Kurdî bên dayîn zêde bibin ew cihên perwerdehî li dibistanên dewletê jî dibin,an jî li dibistanan destur tune be wek Kurdî der an sazî jî dibin. Îro gelek kes dixwazin xwe di Kurdî de pêş bixin lê derfeta xwe pêş xistinê nabînin û ji vê fikra xwe ê, xwe di Kurdî de pêş bixin şunde diçin ji ber vê yekê hewce ye li her bajarî cihên perwerdehiya zimanê Kurdî bên dayîn hebin.

  1. Ji me Kurdan re xebata herî gîrîng çi ne?

Ji bo me Kurdan xebata herî girîng xwedî derketina zimanê Kurdî ye… Ew xwedî derketina zimanê Kurdî tenê ne axaftin û nivîsandina Kurdî ye pêwîst e ku Kurd li çanda xwe, dîroka xwe, folklora xwe xwedî derkevin lewre zimanek tenê ne axaftin û nivîsandin e…

 

Hevpeyvîn-Çavkanî:  Malpera Candname.comê 

Derbar Rêvebir

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply