101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok

Nivîskarê kurd birêz Mehmet Oncu nivîskarekî berhemdar û xebatkarekî wêjeya kurdî ye. Wî bi kurdî gelek berhemên edebî/wêjeyî afirandiye. Giraniya xebatên wî li ser folklora kurdî ye. Lêbelê wî romaneke hêja jî nivîsiye. Navê romana wî “Şihîna Hespên Azad“ e.

Pirtûka wî a bi nave “101 gotinên pêşiyan 101 çîrok“ di nav weşanên “Nûbihar“ê de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 204 rûpel e. Naveroka wê wek nave xwe 101 çîrok û gotinên pêşiyan tê de hene.

Ji agahdariya kurtejiyana nivîskar a ku di pirtûkê de ye mirov fêr dibe ku ew ji Semsûrê ye û ji 20î zêdetir pirtûk nivîsiye û pirtûkên wî hatine weşandin û ketine destê xwendevanên kurd. Di kovar û malperên kurdî de jî bi sedan nivîs/gotarên wî hatine weşandin.

Di destpêkê de nivîskar derbarê gotinên pêşiyan de weha dibêje : “Gotinên pêşiyan, ji destpêka dîroka gelan heta roja me, ji bawerî û kevneşopiyên gel daverivîne, li gorî qaîdeyên rûniştî bi qalibên diyar têne gotin û nivîsîn.“

Di destpêkê de derheqê têgihîştina gotinên pêşiyan agahdariyên zanîst tê rave kirin. Ew bal dikşîne vî tîştî jî ku gelek girîng e, dibêje: “…nivîsandina wan de bi şêwaz û qalibên wan neyê leyistin û weke ku yên pêşiyan ragihandine me, bên gotin û nivîsîn.“

Edebiyata kurdî a devkî gelek dewlemend e. Lêkolînvan û berhevkarên kurd hêdî hêdî gelek tiştên wêjeya kurdî a devkî, folklorîk dikşînin ser kaxizan. Ev xebatek gelek girîng û hêja ye. Serkaniya gotinên pêşiyan bi şerha wan, bi çîrokên bi wan ve girêdayî nivîsîn kar û xebatek hêja û herweha xizmeteke bêpayan e, hêjayê pesnê ye. Bi hêviya ku nivîskarê hêja Mehmet Oncu xebatên weha folklorik bidomîne û hêj gelek pirtûkên hêja bigişîne destê xwendevanên kurd.

Pirtûk bi gotinê pêşiyan a bi sernavê“ha çiyayê mûşê, ha li pişta dare dergûşê…“ dest pê dike û çîroka vê gotina pêşiyan tê qalkirin. Di vê kurtenivîsa danasîna pîrtûkê de ez nikarim bi tevahî sernavên 101 gotinên pêşiyan bibêjim û herweha nikarim behsa naveroka 101 çîrokan bikim. Ez ê wek mînak behsa du gotinên pêşiyan û du çîrokan bikim.

“Şam şekir e, lê welat şîrîntir e…“

Di vê gotina pêşiyan de hezkirina welêt, rûmeta axa bav û kalan derdixe pêş. Çîroka wê jî serpêhatiya mîrê Cizîrê û parêzgerê Şamê ye. Parêzgerê Şamê lî mire Cizîra Botan dibe mêvan. Parêzger li Cizîrê dilê xwe dixe keçeka kurd. Ew bi keça kurd re dizewice, ji jina xwe gelek hez dike. Lêbelê jinik şad û bextewar nîn e. Parêzger jî ji vê rewşa wê xemgîn dibe. Jina wî tim axênî dikşîne û dibêje “Axxx Şêrbîn“.

Parêzger nizane ku “Şêrbîn“ çi ye, çi tişt e? Rojeke ew ji jina xwe dipirse ku ev “Şêrbîn“ çi ye? Û dibêje “Ev çi be jî, ez ê wê bînim ber lingên te.“ Jina wî dibêje “Tu Şêrbînê nikarî bînî. Ji ber ku ew welatê bav û bapîrê min e.“ Parêzger jina xwe re dice welatê wê. Jinik ji gundeke Kurdistanê ye. Dema parêzger gund dibîne ji xwe re dimîne heyirî û dibêje :“Tu bêriya ev dera hipûhişk dikî? Tu bi hesreta ew dera xalî, ewqas bi kul û keser î?“

Jina wî dibêje : “…heke te karibiya ew der bi çavên min bidîta, te ew pirs ji min nedikir. Erê Şam şekir e, lê welat şêrîntir e.“

Yek ji gotinên pêşiyan ên ku di pirtûka hêja Mehmed Oncu de ye û min ji gotin û çîroka wê gelek hez kir ev e : “Şêx nafire, murîd wî difirînin..“

Di rastiya jiyanê de mirov dibîne ku hinek Şêx û hinek serokên partî û rêxistinên siyasî nafirîn lê murîdên olî û murîdên siyasî ew difirînin. Gelek Şêxên cahil ku tiştek nizanin û ji heqê tiştek dernakevin hene û herweha gelek serokên partiyên siyasî hene ku siyasetê jî baş nizanin û ji tiştek re nabin hene, lê belê ew di çavên murîdan de mezinin, bi azametin, difrin.

Di çîroka vê gotina pêşiyan de ev çîrok tê rave kirin. Wenês di deriyê Şêx de dikeve hundir. Ew bala hemû kesên wir dikşîne ser xwe. Ji Şêx dipirse: “Şêxê min tu îşev li ku bûyî?“ Şêx bersîv dide : “Ez li mal bûm.“

Wenês  bi coşî dibêje:“Dibêjin şêxên pîroz, dema şev li nîvî dikeve, diçin fermana kafiran, me bawer nedikir.“

Şêx dibêje: “… tu çi dibêjî bibêje.. bila murîdên min di meraqê de nemînin..

Wenês ji murîdên li wir re bahs dike ku ew çûye axurê û li wir hespê şêx birîndare li erdê ye, di şer de şûr lê ketiye û hesp birîndar bûye. Yanî şêx bi şev çûye şer û cengê, kafiran kuştiye. Murîd hemû yeko yek di rêzê de destê Şêx maçî dikin û ji malê derdikevin.

Li ser vê bûyerê nav û dengê Şêx belav dibe, qedr û qîmeta wî bilind dibe. Murîd di şûna hespekî jê re sed hesp tînin diyariyê wî dikin. Murîd wekî din jî gelek tişt ji Şêx re tînin didine wî.

Şêx bangê Wenês dike û jê dipirse :“Niha ez û tu bi tenê ne, ka bibêje rastiya vê meseleyê çi ye? Min jî gelek meraq kir.“

Wenês nav û dengê Şêx bilind kiribû û keyfa wî li cih bû. Wenês ji Şêx re rastiyê dibêje ku di axurê de hespê Şêx pehînek lê xistiye û ew ji ber êşa canê xwe bi bêrê heywan derb kiriye û hesp miriye. Ew diçe malê ku amadekariya revê bike, jina wê eqil dide pê û dibêje “bê mirinê ji her tiştî re çare heye.“ Û jinik ji mêrê xwe re dibêje here dergehê Şêx û weha bibêje.

Wenêsê murîd Şêx bi şev dide firandin. Û ji tawanbariya kuştina hespê xelas dibe.

Min pirtûka 101 gotinên pêşiyan û 101 çîrok bi dilxweşî xwend, divê xwendevanên kurd jî wê bikirin û bixwînin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply