Ramanên Seîdê Kurdî Di Derbarê Jinan De

Ji boy lehengekî bê deng, dayika pîroz, dayika ustad,

Nûrîye xanim!
Mirov, kesê li hemberê xwe bi tevger û bizavê wî ve nasdike. Yek nîşandeya naskirinê jî ziman e. Ango zimanekê xweş yan nexweş. Lewra kesê ku bîxwaze bandor li ser yekî bike divê zimanekî xweş bi kar bîne. Ev yeka ji boy nûseran bêtir pêwîst e. Lewra dema mirov berhemekî digre destê xwe taybetî berhemên fîkrî an olî û yên wek şîretan, wê demê zimanê edîb ku xîtabê gîyan mirov neke, mirov davî lê neîne û naxwaze bixwîne.

Lê ku berhem bi zîmanekî şirîn û xweş hatibe nivîsandin. Wek berhema ustad Beddîûzeman Seîdê Kurdî, “Rêberîya Xaniman” wê dema tu ji xwendinê têr nabî.
Belê, ustat Seîdê Kurdî, çawa ku hemû raman û tevgerên xwe ve ji civate re bûye mînakekê baş û rêber, bi raya min bi henarêyên xwe ê berhema xwe ya paye bilind, “Rêberîya Xaniman”ve jî bûye mînak û rêber, bi teybetê ji mêran re. Her çiqas ev berhem ji boy jinan hatibe nivîsandin ku wîsa ye jî, lê dema mirov zimanxweşîya ustad ê nav hevokan de dibîne mirov dibêje qey ustad hinarekê jî dide mêran taybetî mêrên ku li hember jinan zimanekî xweş bi kar naînin.

Belê me got: “Hinare” Lê çîye ev hinareyên ku bune sedema vê nivîsê?. Wek mînak çend hevok ji berhemê. “Xwîşkên min ên pîroz ên axretê” “Belê, dayikek bê mûçe û bi şifqetek heqîqî ji boy zarokê xwe ji hemû xeteran azad dike. Ev yeka nîşanê me dide ku jin xwedî lehengîkî herî mezin in. Jin bi vê pêşveçûyina lehengî ve dikarin him jiyana dinyayê him jî a axîretê rizgar bikin”. “Elhasıl: çava ku jin şifkeq û qehremanîyê de naşibin mêran, mêr jî wê qehremanîyê de nagîhîjin wan.” “Ez dixwazim ew xwîşk û ewladên min ên wî dersê dîxwînin têkilê hemû berjewendîyên xwe ê manevî û diayên xwe bikim”.
Niha xwendewanên hêja wê ji min re bêjin “Xweyê, ev berhema berhemekî olîy e û ustad di wî warê de jinan şîret dike. Te ji ku hêstên xwe ê femînizmê xiste navê?” Bê guman ev berhem berhemekî olîye û ji boy jinan rênîşandanek e. Jixwe mirov ji navê behremê jî têdigîhîje ku ev berhem berhemeke şîretan e.

Ez bi xwe jî bi vê armancê hertîm dîxwînim. Netenê vê behremê hema bêje ji zaroktîya xwe heya niha bi saya dayik û bavê xwe çi pirtukên olî ê ji boy jinan hatine nivîsandin, destê min ketibe min xwendîye û dîxwînim jî. Lê divê ez bixwe mukir werîm ku heta niha zimanê tu nûserê qasê zimanê ustad li ser min bandor nekirîye. Bê gûman gelek sedemên wî heye, lê ezê sê sedemên sereke bêjim.
Yek; bahaya ku ustad dîde jinan mixabin gelek alimên îslamê firq û cûdahî di navbeyna mêr û jênê wek kêmasîyekî jinan binav dikin. Lê di nav hevokên ustad de wek min jorî jî hinek minak da ev firq û cudahî di lehê jinan de tê ziman.
Dudu; bê gûman zîmanxweşîya ustad e, ku xîtabê gîyana mirov dike.

Sedema sêyemîn jî; kurdbuna ustad e. Lewra kesêku kurtperwerîya ustad nizanibe tuneye ji ber wê yekêye ku ez wek keçeke kurd dibêjim: “Nivîsandina berhemekî weha paye bîlînd bi destê alimekê kurd ji boy jinan, rumeta meye”. Herçiqas berhem kurdî nehatibe nivîsandin û tenê ji boy jinên kurdan jî nehatibe nivîsandin, lê ji boy ku jinên kurdan birçîyê zimanxweşîya mêranîn! Ev berhem bêtir bala jina kurd dikşîne. Ka gelo çend mêrên kurd ji jinên xwe re dibêjin. “Tu lehengê şifqetêy î” lewma min xwest ez li ser vê berhemê hinekî rawestim û hinekî binêrxînim.
Ji boy ku berhem ji boy jinan hatîye nivîsandin dibeku mêr têra xwe bi baldar vê berhemê nexwendibin. Û ji bo zîmanxweşîya ustad li hember jinan bibînin, divê mêr jî vê berhemê bi baldar bixwînin, taybetî mêrên kurda.
Girîngtirîn henarekî ve berhemê jî ew e ku ustad di ve berhema hêja de di şexsê dayika xwe de jinekî kurd bi me dide nasandin dayikekî zanayî, dayikekî oldar û dayikekî pîroz!…

Lewra ustad dibêje: “Ez di şexsê xwe de hertim dibêjim mîn, vê temenê xwe ê heştê salî de digelku ji heştê hezar zatî perwerde girtîye. Ew wanênku mîn ji dayika xwe girtîye wanên arîşen(manevî) dî laşê minde wek tovekî bîcîh bûye”.
Nûrîye xanim; dayika ustad, dayika pîroz. Dayikekî ku di derbarê perwerda zarokên xwe de di navbeyna keç û kurên xwe de tu firqî û cudahî nekirîye. Ka em wan salên ku Nûrîye xanim tê de jîyaye rewşa jinên kurda binêrin, gelo emê wê demê de rastê jinekî weha zanayî werin…?

Mixabin yek kêmasîyekî me jinên kurdan jî ewe ku em di derbarê dîroka jinên kurd de xwedî agahîyan nîn in, ango em têra xwe nakevin li dû şapa dîroka xwe. Ji xwe jina kurd jîyana Nûrîya xanim, bianîya ber çavê xwe wê di nav cîvaka me de gelek Seîdê Kurdî hebîyana…
Belê Nûrîye xanim, dayikekê xwedî sîyanet e. Lewra pêşgotinekî kurdî heye dibêje: “Tu destê xwe ranemîsî kes destê te ranamîse” Nûrîye xanim, bi helvêst û tevgerên xwe ve destê xwe ramûsandîye û destê xwe daye ramûsandinê; Ango bûye xwedî kesayetîkî mînak û dîrokî. Xwedê me di rêça wî de û mêrên kurda jî di rêça kurê wî de bimeşîn e. Amîn!.

rojbinozkan@gmail.com

Rojbîn Ozkan (beroj)

Derbar Çand Name

Check Also

Mirov û dîrok

Fehmdarî ye ku pêvajoya çêbûna mirovekî, jiyan û mirina wî, rêza bûyerên vê pêvajoyê “dîroka …

Leave a Reply