Pêncşem , 1 Cotmeh 2020

100 mîlyon sal in dewam dike

Zanyarên Amerîkî, yekem car ji yek hucreyên mezin bi rêya klon kirinê hucreya kok a embrîyonîk bi destxistin. Hat eşkerekiririn ku bi saya vê xebatê di dema pêşde ji bo tedawîkirina pençeşêr, korbun û di tedawîya nexweşîya vekî Alzheîmer de dê pêşketin pêk bê.

Teleskopa fezayê ya Ajansa Fezayê ya Amerîka (NASA) Chandra, çavdêrî li teqîna herî mezin a ji Bîg Bang û vir ve kir.

Li gorî pisporan ev teqîn zêdeyî 100 mîlyon sal in dewam dike.

Ajansa Fezayê ya Amerîka, li cihekî 2.6 mîlyar salên ronahiyê dûr, quleke tarî keşif kir.

Hêja bibîrxistinê ye; salek ronahiyê, 9 hezar 461 mîlyar kîlometre ye.

Tê texmînkirin ku qula tarî ya hatiye kifşkirin, dişibe teqîna bingehîn a galaksiya me.

Tê texmînkirin ku ev giraniya vê yekê bi 10 mîlyar qatî zêdetir ji ya Roja me ye û bûye sedema teqînê.

Tê gotin ku vê qula reş, giraniyek 600 mîlyon qat ji Roja me girantir tine kiriye û rê li ber teqîneke mezin vekiriye.

NASA dîmenekî ji vê teqînê weşand. Di dîmen de, gaza germ a beşek ji galaksiyan pêk tîne bi rengê şîn tê nîşandan. Valahiyên ji 600 hezar salên ronahiyê jî bi rengê pembe tê nîşandan.

Pispor di wê baweriyê de ne ku ev qula tarî gelekî dişibe ya destpêka galaksiya me.

Hawarnet

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Di 250 salên dawîn da 571 cinsên nebatan qeliyan

Li gorî lêkolînan, di 250 salên dawîn da di xwezayê da nesla 571 cinsên nebatan …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.