Radcliffe Camera Panorama

10 Zanîngehên Herî Kevnare

Xwendegeh? Belê, cihê ku em zarokên xwe li wir fêrî xwendin û nivîsandinê dikin re xwendegeh tê gotin. Li welatên pêşketî fêrkirina zarokan a ji bo xwendin û nivîsandinê ji 3 saliyê, li hin welatan ji 2,5 saliyê ve destpê dike. Dê û bav mecbûr in ku zarokên xwe bişeynin xwendegehê û zarokên xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bikin, mafê çûyîna li xwendegehê û li wir bi derfetên dewletê, bi gotineke din bêpere xwendin jî tê parastin.

Lêbelê perwerdehiya bilind, ango xwendina li zanîngehê ne weke xwendegeha seratayî bêpere ye. Jê re pereyeke pirr mezin divê, û her çiqas xwendina li zanîngehê re pêdivî bi pereyeke pirr mezin hebe jî, xwendekar ref bi ref serî li zanîngehên cihêring didin daku li wir xwendina bilind biqedînin û dîplomayê bistînin. Gelo em derbarê dîplomaya ku ji zanîngehekê hatiye wergirtin, çi difikirin? Helbet bêşik û guman dîplomaya ku ji zanîngehekê hatiye wergirtin, hema bi hêsanî nehatiye wergirtin, jê re ked, dem û zanyarî divê. Di zimanê latînî de peyva ku beramberî peyva zanîngeha kurdî tê, “universitas magistorum et scholarium” e. Em dikarin vê têgînê wiha vebêjin; “civîna mamoste û zanyaran”, û cara pêşin di sala 1088an de ji hêla Romaniyan ve li bajarê Bolognayê hatiye bikar anîn.

1. Zanîngeha Bolognayê (1088)

Pêşrevê tevahiya zanîngehan li bajarê Bolognayê ye, di serdema Împaratoriya Romayê de li Bolognayê bi çêkirina avahiyekê ve destpê karê zanîngehê hatiye kirin. Niştecihên Bolognayê li her derê û demê bi serbilindî vê yekê eşkere dikin. Dirûşmeya vê zanîngehê wiha ye; “Alma mater studiorum”, bi kurt û kurmancî; “dayika têrker ya zanyariyê.” Di sala 1158an de bi awayeke fermî weke zanîngeh tê destnîşan kirin lê ji lêkolînên dîrokî tê dîtin û peyitandin ku zanîngeh di sala 1088an de hatiye çêkirin.

2. Zanîngeha Oxfordê (1167)

Belê, zanyarên ku Zanîngeha Cambridgeê avakiribûn, ji Zanîngeha Oxfordê bûn. Zanîngeha Oxfordê zanîngeha pêşin ya li Îngiltereyê hatiye avakirin e û herwiha zanîngeha pêşin ya li Rojavayê Ewropayê ye. Di sala 1167an de key Hendrik II yê Fransayê du xwendekarên Îngilîz ji Zanîngeha Parîsê diqewitîne, li ser vê bûyerê li Îngiltereyê Zanîngeha Oxfordê tê avakirin. Hin kes bi îdîa/angaşt in ku zanîngeh di sala 825an de hatiye çêkirin, lêbelê heya vê demê tu belgeyên ku vê angaştê piştrast bikin tune ne. Navê wê yê latînî; “Universitas Oxoniensis” e, û dirûşmeya wê “Dominus Illuminatio Mea”ye. “Xwedê ronahiya min e” vegotina vê dirûşmeyê ye. Margaret Thatcher û Tony Blair û David Cameron li wir perwerdehî dîtine. Û hema bêje tevahiya serekwezîrên Îngiltereyê yên piştî şerê cîhanê li Oxfordê perwerdehî dîtine. Di beşa fîzîkê de kesên weke Richard Dawkins, Robert Boyle, Albert Einstein û Erwin Schrödinger dîplomaya xwe ji vê zanîngehê wergirtine. Oscar Wilde, JRR Tolkien, Hugh Grant û Terry Jones jî ji vê karwanê ne.

3. Zanîngeha Cambridgeê (1209)

Rehê gavberî/berevaniya di navbera du zanîngehên navdar, Zanîngeha Cambridgeê û Zanîngeha Oxfordê ji kûr û dûr tê. Zanîngeha Cambridgeê sebeba hebûna xwe deyndarê Oxfordê ye. Dema du zanyarên Zanîngeha Oxfordê di sala 1209an de têne dardakirin, zanyarên din naxwazin têkiliya xwe bi zanîngehê re bidomînin û herwiha nedixwastin dest ji zanyariyê berdin. Pirsgirêka xwe bi avakirina zanîngeheke nû çareser dikin. Lê zanîngeh piştî çend salan, di sala 1231an de bi awayeke fermî weke zanîngeh tê qebûlkirin. Navê wê yê latînî, Universitas Cantabrigiensis e, û dirûşmeya wê “Hinc lucem et pocula sacra” ye. Heger em rasterast wergera vê gotinê bikin, gotineke wiha derdikeve holê; “li vir, defter/kitêba pîroz heye/dimîne.” Helbet divê em li ser vê gotinê bisekinin û vebêjin lewre ji me re çi tê gotin? Bi kurtayî ji me re wiha tê gotin; “li vir em pêşxistina ronahiyê û zanîna watedar/binirx dikin.” Gellek kesên navdar ji vê zanîngehê dîplomaya xwe wergirtine. Hin kesên dîplomaya xwe ji vê zanîngehê wergirtine ev in; Charles Darwin, Stephen Hawking, Desiderius Erasmus, Thomas Malthus, Milton Friedman û hwd.

4. Zanîngeha Salamancayê (1218)

Em dîsa li Îspanyayê ne ku wê demê Zanîngeha Salamancayê girêdayiyê Keyitiya Leonê bûye. Zanîngeha herî kevn û çalak yê Îspanyayê, Zanîngeha Salamancayê ye. Li gorî hin çavkaniyan di sala 1134an de hatiye avakirin lê bi fermî sala avakirina vê zanîngehê weke sala 1218an tê qebûlkirin. Navê xwe ji keyê Castille û Leonê ku weke Alfonso X(10) tê nasîn, û ji serekê rûhanî wergirtiye. Navê wê yê latînî Universitas Studi Salamanticensis e, û dirûşmeya wê “Quod natura non dat Salmantica non praestat” e. Vegotina wê wiha ye; “tiştê ku xweza/sirûşt nikare bide, wê Salamanca jî nikare bide.” Bi gotineke din, her tiştê ku ji sirûştê bû, rasterast li zanîngehê dihate berhev kirin. Dema Columbus dixwaze nêrîna xwe yê li hawirdora gerdûnê çerixînê bi key û keybanûya Îspanyayê şêrîn bike, dihere vê zanîngehê û ji pisporên erdnîgariyê re çîroka xwe vedibêje.

 

5. Zanîngeha Paduayê (1222)

Du sal beriya avakirina Zanîngeha Napoliyê, Zanîngeha Paduayê hatiye çêkirin. Di nav sînorên Îtalyayê li Lombarda Legayê ye, dema çêkirina wê de Lombarda Lega dewleteke serbixwe bûye. Li gorî zanyariyên fermî zanîngeh di sala 1222an de weke xwendegeh destpê karê xwe kiriye lê avahî bi xwe beriya wê salê hatiye çêkirin. Bingeha zanîngehê xwe digihêjîne zanyarên ji Zanîngeha Bolognayê ku serê xwe bi lêgerîna li “libertas scholastica-serbestiyên zanistî” diêşandin. Universitas Studi Paduani navê wê yê latînî ye û dirûşmeya wê: “Universa Uneversis Patavina Libertas” e ku wiha tê vegotin: “Serbestiya Paduayê, gerdûnî/cîhanî û ji bo her kesî ye.” Baxçeya botanîk ya vê zanîngehê, di beşa baxçeyên botanîk de li pey baxçeyên babîlonê li parzemîna Ewropayê weke baxçeya ewil tê hesibandin. Baxçeya botanîk di sala 1545an de hatiye avakirin.

6. Zanîngeha Napoliyê (1224)

Avakarê vê zanîngehê Federicoyê II ye ku keyê Împaratoriya Romayê bûye. Zanîngeh li Napoliyê ye ku wê demê beşek ji Keyitiya Sîcîlyayê bûye. Taybetmendiya vê zanîngehê ew e ku deriyên zanîngehê ji raya giştî re vekirî bûye. Îtalyayî ji vê zanîngehê re wiha dibêjin; Università degli Studi di Napoli Federico II û dirûşmeya wê jî wiha ye; Ad Scientiarum Haustum et Seminarium Doctrinarum. Vegotina vê dirûşmeyê jî ev e; “ji bo fêrbûna zanistê û belavkirina zanînê.” Frederik II ji ber du sedemên sereke zanîngeh avakiribû û deriyê zanîngehê ji raya giştî re vekiribû; yek, pêdiviya wî bi burokratên xurt û çalak hebû ku keyitiya xwe birêve bibe. Helbet pêkanîna vê pêdiviyê ne ewqas hêsan bû û pê re jî pêdiviya wî bi parêzer û dadgeran, û bi karmendên xwende û zana hebû. Dîsa Frederik dixwest ku bêyî pereyên zêde were xerç kirin, perwerdehiya xwendekarên jîr û zana bû û herwiha nedixwest xwendekar ji Îtalyayê derkevin û biçine welatên din. Thomas Aquinas ku em wî weke Thomasê Aquinî dinasin, xwendekarê herî navdar yê ji vê zanîngehê ye. A niha bi qasî 100.000 xwendekar li zanîngehê perwerdehiyê dibînin.

 

7. Zanîngeha Sienayê (1240)

Zanîngeha Sienayê bi qasî salekê ji zanîngeha Valladolidê kevintir e. Li Îtalyayê li herêma binav û deng li Toscaneyê ye. Dema hatiye avakirin ne li Îtalyayê lêbelê bi navê xwe yê kevn, li Komara Sienayê bûye. Universitas Senas navê wê yê latinî û herwiha fermî ye, bi Îtalkî jê re Università degli Studi di Siena ye. Di sala 2006an de hejmara niştecihên bajarê Sienayê bi qasî 54.000 kes bûye ku ji wê hejmara niştecihên bajêr 20.000 kes xwendekarên ji zanîngehê bûne. Zanîngeh bi fakulteya bijîjkê û fakulteya dadê deng vedaye. Pietro Ispano (bi navê Johannesê 21 jî tê zanîn)weke mamosteyê herî navdar yê ji vê zanîngehê ye û mohra xwe li binê rûpelên dîroka zanîngehê xistiye. Feylosofê binav û deng, herwiha bijîjkê taybet yê Key Fredirikê II bû û dîsa di sala 1276an de weke serekê ruhanî ya katolîkan hatiye birûmet kirin.

8. Zanîngeha Valladolidê (1241)

Me li Portekîzê destpê gera xwe kiribû, dûre em çûbûn Îtalyayê û a niha em li Îspanyayê li bajarê Valladolidê ne. Zanîngeha ewil ji Îspanyayê ku di lîsteya me de cihê xwe digire, lê ne ya dawîn e, lewre li Îspanyayê ji vê zanîngehê kevintir zanîngeh hene. Dema Zanîngeha Valladolidê tê çêkirin, ne li Îspanyayê lêbelê li Keyitiya Castilleyê bûye. Em dikarin bibêjin ku Zanîngeha Valladolidê sebeba çêbûna xwe deyndarê Zanîngeha Palenciayê ye, Zanîngeha Palenciayê di navbera salên 1208 û 1212an ji hêla Key Alfonsoyê 8 a Castilleyê ve hatiye çêkirin, cihê Zanîngeha Palenciayê tê guhertin û pêdivî bi zanîngeheke nû çêdibe. Pirraniya zanîngehên kevn xwediyê dirûşmeyekê(slogan-motto) ne, Zanîngeha Valladolidê jî yek ji zanîngehan xwedan dirûşmeye. Dirûşmeya vê zanîngehê jî “Sapientia Ardificavit Sibi Domvm” e. Helbet divê em vê dirûşmeyê vebêjin daku em bikaribin tiştekî jê fahm bikin. Bi zimanekî nerm û ne giran e wiha ye; “zanyarî mala xwe ava kir”. Bi gotineke din mala zanîn û zanyariyê ye. Hejmara xwendekarên vê zanîngehê bi qasî 32.000 kes e û kêmzêde 2.000 profesor li wir karê perwerdehiyê dikin. Zanîngeheke mezin e lê ne ya herî mezin e, lewre ji vê zanîngeha mezintir zanîngeh hene.

 

9. Zanîngeha Maceratayê (1290)

Li Vatîkanê ye ku wê demê jê re Dewleta Dînî dihate gotin û ji zanîngehên avakirî ku qor bi qor li ser bedena bajarê Romagna, Marche, Umbria û Lazioyê hatibûn çêkirin, zanîngeha pêşin e. Di sala 1290î de hatiye çêkirin û navê wê bi fermî “Università degli Studi di Macerata”ye, û li Maceratayê ye. Hejmara xwendekarên vê zanîngehê bi qasî 11.000 kes e.

 

10. Zanîngeha Coimbrayê (1290)

Coimbra li Portekîzê, tenişta paytexta Lîzbonê ye. Beriya ku bibe zanîngeh, jê re “Estudo Geral-Studium Generale” dihate gotin û ji çar beşan, huner, teolojî(îlahiyat), dad(hiqûq) û tenduristiyê pêk dihat. Zanyarên Portekîzê di roja 1ê adarê ya sala 1290î de biryarekê distînin û biryara xwe bi nameyekê digihînin ber destê keyê Portekîzê daku enstitûya Coimbrayê bi awayeke fermî weke Zanîngeha Coimbrayê were peyitandin ku key Dinis jî li ser daxwaziya zanyarên mohra xwe li binê vê veguherînê dixîne. Ji wê nameyê tê fahm kirin ku zanyar beriya wê nameyê ji hewldana ku enstitûya Coimbrayê weke Zanîngeha Coimbrayê bidine peyitandin. Li Zanîngeha Coimbrayê hê jî perwerdehiya xwendekaran berdewam e û yek ji zanîngehên herî mezin ya Portekîzê ye. Bi latînî jê re “Universitas Conimbrigensis” tê gotin. Her sal bi qasî 20.000 xwendekar li wê zanîngehê perwerdehiya bilind dibînin. 1663 profesor li wir amade ne.

 

Metîn Eser / Felsefevan

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply