10 Heb Dirêjkiriniya Geroka Webê Bikêr

9. Scopus

Scopus Document Download Manager dirêjkirina webê belaş e. Bi wê re, ne pêwist e ku hûn ji bo daxistina dokumanan yek bi yek seredana weşanxaneya takekesî bikin. Ew jî mina Google Scholar e. Lê li wir hûn dikarin PDFên gotaran daxînin li ser kompîtura xwe.

 

Scopus (Firefox)

Scopus (Chrome)

 

 

10. Mendeley Desktop û Web Importer

 

Gava ku hûn gotar an jî teza lîsans û mastir û doktora ya xwe dinivîsînî, çêkirin û organîzasyona çavkanî gelek zahmet dibe. Li şûna çêkirina bi destî, ji aliyê bikaranîna Mendeley ve hûn dikarin jêgiranan û çavkaniyan bi otomotîk cîh û rêz bikin û biguherin. Tê de gelek formatên çavkanî jî hene wekî APA, Chicago, IEEE hwd. Tenê bi yek tikandinê hûn dikarin hemî formata jêgiran û çavkaniyan biguherin. Çawa tê bikar anîn? Mesela em bêjin hûn xwedî pirr gotaran e. Hûn dikarin van çavkaniyan têxinê hundirê aplîkasyonê û bi alîkariya Word û Mendeley hûn jêgirana têkildar tînin dawîya hevokê. Gava nivîsa we qediya hûn dikarin hemî van jêgiran mîna çavkanî ango bîblîyografî bînî dawîya rûpela dosyayê. Berî bikaranîna ve aplîkasyonê dive hûn bi hesabê emaîlê xwe tomar bikî. Paşî hesaba we dê her dem bibe hevdem (senkronîze) û eyar û çavkaniya we jî bibe payîdar. Ji bilî vê, hûn dikarin ji Google Scholarê çavkaniyan (gotaran û tezan di formata jêgiranê de) daxînin li ser kompîtura xwe û wan têxînin Mendeleyê û paşî di nivîsa xwe de bikar bînin.

 

Mendeley Web Importer kovar û gotarên li ser rûpelê ku hûn dibînin tespît dike û bixweber metadata û nivîsarên tevahîya PDFan digire (heke heye) ji bo ku hûn daxînin li pirtûkxaneya xwe. Tenê hewce ye ku di geroka webê de gotarek an lîsteya çavkaniyê bibînin û li ser îkonê direjkiriniya Mendeley Web Importerê bitikînin û wekî di wêneya jêrîn de bibînin.

 

Derheqê nivîskar

Serhat Aydin

Di sala 1992an de li bajarê Amedê hat dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîseyê li bajarê xwe xwend. Piştî wî hat Stênbole ji bo xwendina zaningehê. Li vir, lîsansa xwe di beşa endezyariya kîmyayî ya Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê de (@ITU) kir. Paşî, di beşa zanîstiya materyalê ya Zanîngeha Sabanciyê de mastira xwe qedand. Niha, dîsa di zanîngeha sabanciyê de, û di bi heman departmantê de doktora (PhD) û asîstaniya xwe didomîne. Bi kurtayî û hêsanî teza mastirê bi endazyariya tevna hestî ve girêdayî bû. Ji bilî Kurdî Tirkî, Îngîlîzî jî dizane û zimanê lêkolîna wî Îngîlîzî ye.

candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply