10 Heb Dirêjkiriniya Geroka Webê Bikêr

8. Google Scholar 

Vê direjkiriniyê li ser geroka webê bişkokeka kurterê ya Google Scholarê çêdike ku mirov bila li ser kîjan malperê bibe, bila bigihîşîne wê. Lê ew Google Scholar çi ye gelo? Ji bo yên nêzanin Google Scholar ji bo lêgerîna wêjeya zanyarî rêyek hêsan peyda dike. Ji yek cîhek, hûn dikarin li ser gelek dîsîplînan û çavkaniyan wekî gotar, tez, pirtûk, kurte (abstrakt) yên weşangerên akademîk, civakên profesyonel, depoyên onlîne, zanîngeh û malperên din bigerin. Ew ji we re dibe alîkar ku hûn di cîhana lêkolîna zanistî de lêkolînên têkîlî bibînin.

  • Hûn dikarin li ser înternetê an jî li pirtûkxaneya zaningehê nivîsên temam binerin. Hûn dikarin sernavê gotara rûpelê ku hûn dixwazin hilbijêrin û ji aliyê tikandina bişkoka Scholarê ve wan bibînin.
  • Hûn dikarin pirsên xwe ji lêgerina geroka webê biveguhezin Scholarê. Bitikînin bişkoka wê ji bo ku sê encamên yekem bibînin. Di aliyê çepê ya jêrîn ya popupê de li full screenê bitikînîn ku hemî bibînin.
  • Di stîlên jêgiran ên bi berfirehî de çavkanî format bikin. Bişkoka lêwergirtinê ya li popupê bitikînîn ku çavkaniya veavakirinê bibînin û wê kopî bikin gotarê ku hûn niha dinivîsînin. 

 

Google Scholar Button (Firefox)

Google Scholar Botton (Chrome)

Derbar Çand Name

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply